Gardiyanê zarokê lîstik dilîst birîndar kiribû serbest berdan 2021-05-30 14:17:41 WAN - Li Tûşbayê, gardiyan Mahmût Çoksûn ê zarokekî li ber mala xwe dilîst bi çekê birîndar, kiribû serbest hat berdan.   Li TOKI’ya Kalecik a navçeya Tûşba ya Wanê, di şeva 28’ê Gulanê de, gardiyanê Girtîgeha Tîpa F a Wanê Mahmût Çoksûn hat gel zarokê 16 salî M.D.K. ê bi hevalên xwe re dilîst û gule berdayê. M.D.K. ê ji lingê xwe birîndar bû û li nexweşxaneyê tê dermankirin, wê di rojên pêş de bê emeliyatkirin.   Çoksûn ê piştî bûyerê hatibû binçavkirin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Sûlh a Nobedar ve serbest hat berdan.   JI CIHÊ BÛYERÊ REVIYA   Bavê zarokê 19 salî Oktay K. ê bertek nîşanî bûyerê da, bi gotina “Ev edaletek çawane?” hirsa xwe anî ziman. Bav K., diyar kir ku piştî bûyerê keça wî li wî geriyaye û wiha axivî: “Dema keça min li min geriya digiriya û ji min re got birayê wê hatiye birîndarkirin. Bi lez û bez derbasî nexweşxanê bûm. Gule li lingê wî yê çepê ketibû. Kurê min bûyer j imin re vegot. Kurê min û du hevalên xwe rûdinin û bi hev re sohbetê dikin. Ji rûniştinê behna wî teng dibe û kevirên biçûk davêje, konteynira çopê. Ew kes jî, jê pirsa ‘tu çima keviran davêjî?’ dike. Kurê min jî bersiva ‘Te xêre bira, ma çi bûye?’ didiyê. Kesekî li ba wî kesî tê ba kurê min û gefa ‘Tu çima mîna bêgan diaxivî? Qey tu min nas dikî? Ez boksorom’ lê dixwe. Kurê min li ser vê yekê jê re dibêje, ‘Ma ez çi li boksoriya te bikim? Ma qey tuyê li min bixî?’ Ji ber vê gotinê li kurê min dixe. Li ser vê şer derdikeve. Gardiyan jî ji piştê ve patika kurê min digire. Vê carê her du bi hev re li kurê min dixin. Gardiyan ji wî kesê li ba xwe re dibêje ‘baz bide ji malê çekê bîne. Ez vî bikujim.’ Ew kes çêkê tîne dide gardiyan. Gardiyan vê çarê bi qûntaxa çekê li argûşka kurê min dixe. Gariyan dûre 4-5 gulayn berdide. Kurê min bi destê xwe çekê digire û berê wê dide xwarê. Lê ew gule berdana xwe dewam dike. Vê carê jî gula li piyê kurê min dixe. Dûre çekê dike ber pişta xwe û ji cihê bûyerê direve.”   SERBEST BERDAN   Bav K., da zanîn ku piştî ku gardiyan rojekê dibin çavan de ma, hat berdan û wiha got: “Guleyê berdide piyê zarokekî 16 salî û bi awayekê pir rehet derdikeve û ji xwe re digere. Gelo li gorî kîjan edaletê ev kes serbest hatiye berdan? Qet nebe bila bi armanca beriyekê bigirtana. Ev çi edalete?”    Oktay K., dest nîşan kir ku îfadeya kurê wî girtin û wiha bi dawî kir. Me darbarê wî kesî de gilî kir. Em dixwazin Çoksûn bê girtin.”