Zarokê winda bibû cenazeyê wî hat dîtin 2021-05-30 12:46:22   MELETÎ - Zarokê 13 salî B.O. yê li navçeya Argan winda bibû, cenazeyê wî di birka avdanê de, hat dîtin.   Li taxa Develî ya girêdayî navçeya Argan a Meletiyê, zarokê 13 salî B.O. yê demek dirêj agahî jê nehat girtin, cenazeyê wî di birka avdanê de xeniqî hat dîtin. Ekîbên agirkuj ên li ser îxbara malbatê hatin cihê bûyer, cenazeyê zarokê biçûk ji birka avdanê ya 5 kîlometre dûrê taxê derxistin.    Cenazeyê B.O., ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî (ATK) a navçeyê.