Malbata Şenyaşar: Em ê her roj hesab bipirsin 2021-05-30 10:32:09 RIHA - Malbata Şenyaşar, di roja 83’yemîn lêgerîna xwe ya edaletê de, daxuyanî da û got: “Bila tu şik û gumana we nebe, em ê her roj hesab bipirsin.”    Emîne Şenyaşar a di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û du kurên xwe winda kirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrişî de bi birîndarî xelas bû re, ji bo ku bersûc bên girtin û darizandin, nobeta xwe ya “edaletê” di roja 83’yemîn de dewam kirin. Malbata Şenyaşar, ji ber qedexeya derketina kolanan a pêvajoya pandemiyê, nobet xwe ya îro li mala xwe ya li Pirsûsê girtin.   ‘EMÊ HESAB BIPIRSIN’   Malbata Şenyaşar, di roja çalakiya xwe ya 83’yemîn de, li ser hesabên xwe y ên medya înternetê, ev parvekirin kir: “Em ji dozgerê li dozê mêze dikin re dibêjin, ‘Me 23 kesên li nexweşxanê tevkujî kirin, tespît kiriye.’ Gelo dewleta hiqûqê li benda çiye ku ya pêwîst bike. Em amadene ku van îdîayên xwe bi belgeyên fermî jî, danin holê. Bila tu şik û gumana we nebe, em ê her roj hesab bipirsin.”