RJAK’ê 5’emîn Kongreya xwe li dar xist 2021-05-30 09:23:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi dirûşmeya “Bi perwerde, rêxistin û parastina jinan, azadiya tak û sîstema demokratîk a gel mîsoger dikin” 5’emîn kongreya xwe li darxist.   RJAK’ê di 28’ê Gulanê de li salona Lahey a Kerkûkê bi tevlibûna 250 jinên ku ji Kerkûk, Silêmanî, Hewlêr, Mexmûr, Musil, Şengal û Diyale hatibûn, 5’emîn kongreya xwe li darxist. Kongreya Pêncemîn a RJAK’ê bi dirûşmeya “Bi perwerde, rêxistin û parastina jinan, azadiya tak û sîstema demokratîk a gel mîsoger dikin” kongre li dar xist. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di destpêkê de Soma Ferhad peyama komîta amadekar a kongreyê xwend û got; “Rêxistina me her du sal carek kongreya xwe li dardixe. Me kongreya xwe ya çarem di 5’ê Çileya 2018’an de lidarxist. Ji ber virûsa koronayê me nekarî em kongreya xwe ya pêncem di 2020’an de lidarxin, ji ber wê em niha lidardixin.”   Necîbe Omer jî axaftina vekirinê ya kongreyê kir û xêrhatina hemû delegeyên kongreyê kir û kongre li wan pîroz kir. Necîbe Omer tevayî jinên berxwedanvan û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silav kir û got; “Herêm bi awayek giştî di nava şer û aloziyan de derbas dibe. Naveroka hemû şeran, şerê îdeolojiye û şer di navbera hêzên namusperest û eniyên ku jin pêşengtiyê ji têkoşînê re dikin pêktê. Ji bona wê lidarxistina vê kongreyê, carek din kar û xebatên jinan di ber çavre derbaskirin gelek giringe. Daku bikarin bibin hêzek erênî bikarin bandorê li ser rewşa heyî bikin.”   Necîbe Omer destnîşan kir ku hemû sîstemên ku hebûn û nasnameya jinê înkar dikin, wê rûbirûyê hilweşandinê bibin û wiha got: "Di çend salên borî de nerazîbûnên jinan gihiştine lûtkeyê û her kesê îlham ji têkoşîna jinan wergirtiye. Di şoreşa Rojava de şoreşa hemû jinên cihanê tê bi rêvebirin. Bi pêşengtiya jinan têkoşîna rêxistinî û îdeolojî birêvediçe, îdeolojiya jinan îdeolojiya gele û pişta xwe dispêre nirxên civakê. Ji îdeolojiya desthilat, netewperestî û regez parestiyê cûdatire.”   Piştre dîwana kongreyê ya ku ji pênc kesan pêkdihat hat hilbijartin. Di kongreyê de peyama TAJÊ xwendin û li ser rol û têkoşîna RJAK’ê rawestiyan. Di peyamê de hat gotin, xwedîderketina RJAK a li jinên Şengalê wê ti demê neyê ji bîrkirin.   Endama Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fadîle Tok jî peyama Meclîsa Îştarê xwend û got; “Neheqiyek mezine ku em li ser xaka Kurdistanê penaber dibin.  Jinên Rojava di binê çadiran de dijîn, ta niha jî çarenûsa bi hezaran jinên Şengalê nediyare. Ji bona wê êşa me jinan gelek zêde ye.”   Fadîle Tok, da zanîn tevî hemû tiştî jî ew bi şanslîne ku xwediyê tevger û rêbertiyek mezinin û wiha got: "Divê jin li nasnameya xwe xwedî derkevin û pêşengtiyê ji avakirina civakek azad û wekhev re bikin."    Piştre têbîniyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin xwendin. Dîsa sinevîzyonek li ser kar û çalakiyên RJAK’ê yên di nava sê salên borî de hate nîşandan. Piştre jî rapora sê salan a rêxistinê hat xwendin û li ser nîqaş hatin kirin.   Di raporê de hat diyarkirin ku RJAK’ê di sala 2018’an de 40 semîner, di sala 2019’an de 62 semîner li navendên xwendin, zanîngeh, peymangeh û cihên giştî lidarxistiye. Lê di sala 2020’an de ji ber virûsê û qedexeya çalakiyan wan semîner û çalakiyên xwe piranî li gundan li darxistine. Piştre ji aliyê Sinor Kerîm ve rêziknameya navxwe ya rêxistinê hat xwendin û delegeyan giftûgo, têbînî û pêşniyarên xwe li ser anîn ziman û piştre jî bi piraniya dengan rêzikname hat pejirandin. Her wiha ji bo du salên bê proje, pêşniyar, pilaname hatin xwendin, giftûgo li ser hatin kirin û bi piraniya dengan hatin pejirandin. Di dawiyê de jî endamên Encûmena Giştî ya RJAK’ê ku ji 21 kesan pêktên, hatin hilbijartin. Piştî axaftina girtinê, reşnivîsa encamnameya kongreyê hat xwendin, tê  payîn ku di rojên pêş de jî encamnameya kongreyê ji raya giştî re were ragihandin.