ROJEVA 30'YÊ GULANA 2021'Ê 2021-05-30 09:00:45   * Fatîme Demîr, çûye girtîgehê cem kurê xwe û di dema hevdîtinê de bi kurdî li halê girtiyekî din pirsiyê û jê re gotiye, "Çawa yî, baş î?" Îdareya girtîgehê ji ber vê hevoka du peyvî ya bi kurdî 6 meh cezayê hevdîtinê lê biriye.    * Erdal Yavûzê 16 salî, di vî umrê xwe yê ciwan de li 5 enstrumanan dixe. Yavûz, daye ser şopa Mîrê Bilûsê Egîdê Cimo.    * Hat hînbûn ku Tirkiye di operasyona xwe ya derveyê sînor de, çekên giran bi kar tîne, lê dîsa jî nikare pêş ve biçe û windahiyên wê pir in. Du cerdevanên di operasyonê de cih girtine, diyar kirin ku ji ber ku hejmara windayan pir zêde ye, derûniya esker û polîsan xera bûye.    * Parlementera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû ku di nav bernameya "Ji Xizaniya Jinê Re Na" ya Meclîsa Jinan a HDP'ê de cih digire, destnîşan kir ku sedema herî girîng a xizaniya jinê newekheviya zayenda civakî ye û got: "Heya xizaniya jinê neqede, dê têkoşîn jî neqede."    * Yek ji avakarên Abdullatîf Şener anî ziman ku di dewleta mafyayî ya tîpa nû de zelalî û hesabdayîn tune ye û got: "Ev rêveçûyîn ne rêveçûyîneke baş e û dê canê wan pir tahl bike."    * Nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 83'yemîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.