Di gulebarana eskeran de agir bi daristanê ket 2021-05-30 08:07:05   COLEMÊRG - Li Gundê Ogul ê Colemêrgê di encama gulebarana eskeran de agir bi zevî û daristanê ket.    Li Gundê Ogul ê Colemêrgê eskerên ku nobet digirtin, ketober li der û dorê gule reşandin. Di encama gulebaranê de agir bi zevî û qada daristanê ket. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku eskerên li tenişta Ava Zapê nobet digirtin, ketober gule li milê din ê avê reşandin. Çavkaniyan anîn ziman ku piştî eskeran ketober gule reşandin, agir bi gîha pûş û garuşê derdorê ket. Welatiyan anîn ziman ku piştî agir bi qadê get ji ber bahê dihat agir belav bû û agir bi qada daristanê jî ket. Welatiyên gund anîn ziman ku ji ber agir belav bû axurekî (gom) wan jî tev şewitî. Welatiyan diyar kirin ku ji ber telefon tune bû nekaribûn agahiyê bidin yekîneyên agirkujê. Piştî demekê agahî dan yekîneya Agirkujê ya Şaredariya Colemêrgê û yekîneyên agirkujê piştî demekê mudaxaleya agirê bi axur ketiye kir û agirê axur vemirand. Lê nekarîbûn agirêmilê din ê Zapê vemirînin.   Welatiyên ku bi kamerayên telefonên xwe dîmen kişandin, anîn ziman ku di gulebarana eskeran de agir bi zevî û qada daristanê ketiye û bertekên xwe anîn ziman. Welatiyan, bibîr xistin ku eskerên li ketina gund nobetê digirin dem bi dem ketober li der û dorê gule direşînin û di 29'ê Gulanê de eskeran piştî nîvro dîsa ketober gule reşandin û gule bi derdorê ket.