Îro 7 hezar û 656 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin 2021-05-29 21:37:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 137 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 hezar û 656 kes jî pê ketin.    Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya vîrûsa koronayê (Covîd-19) a rojane belav kir. Li gorî daneyên Wezaretê; li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê de 137 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 hezar û 656 kesên din jî pê ketin. Tevî daneyên îro li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 47 hezar û 271 hezar û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon 235 hezar û 978.