47 gund ji ber operasyona TSK'ê hatin valakirinKomên OSO û cerdevan darên welatiyan dibirin 2021-05-29 17:41:22       DUHOK - Operasyona eskerî ya TSK'ê ku li Herêma Zap, Metîna û Avaşînê daye destpêkirin 37 roj in didome. Heta niha 47 gund ji ber operasyona eskerî hatin valakirin. Komên cerdevan û OSO yên girêdayî TSK'ê darên welatiyan dibirin û difiroşin Tirkiyeyê. Rayedarên KDP’ê jî birîna daran piştrast kir.    Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li herêma Metîna, Zap û Avaşînê di 23'ê Nîsanê de operasyona eskerî dabû destpêkirin. Operasyona eskerî bi tevlêbûna cerdevan û komên OSO yên girêdayî TSK'ê 37 rojin didome. Operasyon li herêma Girê Zendûra yê Metîna zêde bûye. Ji roja ewil heta niha esker dixwazin derkevin ser gir. Lê heta niha nikarin derkevin ser gir. Li gorî agahiyên dawî yên ji herêmê hatin bi destxistin, heta niha esker gavekê jî pêşve neçûne. Esker ji bo herêmê bi dest bixin hewl didin derkevin ser girê Zendûrê. Eskerên ku dixwazin têkevin tunelên şer jî bi êrîşên dijwar re rû bi rû dimînin. Eskerên ku hêza xwe winda dikin dîsa gavan paşve davêjin.    DIXWAZIN HERÊMÊ BÊ MIROV BIHÊLIN    Li aliyeki şerê li herêma bejahî her diçe dijwar dibe, li aliyê din balafirên şer girê Zendura yê Metîna, Çîloyê biçûk ê Zapê û herêma Mervanos ê Avaşînê û qada Şûkê ji hewa ve bombe dike. Balafirên şer ji hewa de bêtir qadên ku gundî û sivîl lê dijîn bombe dike. Ji ber bombekirina balafirên şer zevî dişewitin û sewal tên kuştin. Di encama bombebaranê de qada di navbera Gundê Kestê û Kanîmasî yê herêma Metîna de nêzî hezar û 850 dolim bax û bostan tev şewitîn.    DARAN DIBIRIN   Nêzî hezar endamên OSO yên anîn Baregeha TSK'ê û Lojîktika Bamernî û 560 endamên OSO yên ji Lîbyayê anîn Herêma Rûbarok û Şemzînanê ya Colemêrgê, tevî cerdevanên gundan, li herêma Zaxo û Berwarî dest bi talankirin û wêrankirina xwezayê kirin. Cerdevan û endamên OSO li gel eskeran dar û berên gundiyan dibirin û piştre difiroşin Tirkiyeyê. Rayedarên PDK û YNK’ê jî ev yek piştrast kirin. Rayedaran anîn ziman ku vê yekê bi destûra Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê dikin. Rayedaran da zanîn ku li herêma Zaxo û Berwariyê 47 gund ji ber esker lê bi cih bûn, welatî koç ber bûn û gund vala kirin. Rayedaran da zanîn ku endamên OSO û cerdevanên girêdayî TSK'ê daran dibirin û difiroşin Tirkiyeyê.    47 GUND VALA KIRIN   Çavkaniyên herêmê destnişan kirin ku li herêma Bêgova, Dêrekar û Berwarî yên girêdayî navçeya Zaxo ya Duhokê welatiyên 47 gundan ji ber êrîşên balafirên şer gundê xwe vala kirine. Gundiyan anîn ziman ku Endamê Politburo yê PDK'ê Ali Awnî destûr daye birîna daran. Çavkaniyan da zanîn ku dar ji aliyê şîrketên nêzî Awnî û şirîkên Tirkiyeyê ve tên birîn. Çavkaniyan da zanîn ku cerdevan û endamên OSO yên daran dibirin, difiroşin Tirkiyeyê. Çavkaniyan bibîr xistin ku li gundên hatin valakirin û darê wan tên birîn maşîneyên zirxî yên TSK'ê lê tên bicih kirin.    Parlamenterê PDK'ê Rêving Hirurî têkildarî mijarê daxuyani da çapemeniyê û agahiyên li herêmê piştrast kir. Hirurî, anî ziman ku Dewleta Tirkiyeyê ji bo daran bibire gelek şîrketan tîne herêma Berwariya Bilind û Zaxoyê. Hirûrî da zanîn ku dar bi destê şîrketên Tirkiyeyê tên jêrin û bi taybetî bi destê cerdevan û çeteyan tê kirin.    47 gundên di encama operasyonê de hatin valakirin wiha ne: Senat, Deşta Texît, Behnonê, Sorînk, Qesrok, Ava Gozê, Dêre Şeş, Mêrge Şîş, Erên, Perex, Binxirê, Bajawa, Elanş, Zawêtê, Kelok, Qir Kirank, Petromê, Kork, Kondok, Gewrik, Bazingira, Masîsa, Dergel Sindava, Comî, Bihêrî, Şeranşê Jûrê, Şeranşê Jêrê, Pîr Bala, Evlehî, Bîndiro, Banga Jêrê, Banga Jorê, Menîn, Bîrkî, Ava Toka, Şîlan, Şilîn, Kêşan, Heftenîn, Girê Biyê, Rosî, Mêrgehê, Êkmalê, Sewila Rojhilat, Sewla Rojava, Nizdorê, Hewak Golê, Xîzava.   MA / Erdogan Altan