Komîsyona OHAL'ê serlêdanên 101 hezar kesan red kir 2021-05-28 15:58:29   ENQERE - Komîsyona Lêkolînên Karên OHAL'ê, ji 126 hezar û 674 serlêdanên têkildarî binpêkirina mafan hatibûn kirin, jê tenê der barê 115 hezar û 130 serlêdan de biryar girt. Komîsyonê serlêdanên der barê 101 hezar û 58 serlêdan red kirin.    Komîsyona Lêkolînên Karên OHAL'ê, ji 126 hezar û 674 serlêdanên têkildarî binpêkirina mafan hatibûn kirin, jê tenê der barê 115 hezar û 130 serlêdan de biryar girt. Komîsyonê serlêdanên der barê 101 hezar û 58 serlêdan red kirin. Komîsyona OHAL'ê di sala 2017'an de serlêdan qebûl kirin û têkildarî encama serlêdanan encam aşkere kir. komîsyonê anî ziman ku 126 hezar û 674 hezar kesan têkildarî binpêkirinên mafên mirovan serlêdan kirin û der barê  115 hezar û 130 serlêdanan de biryar girtin.  Komîsyonê anî ziman ku serlêdanên 101 hezar û 58 kesan ji red kiriye. Serlêdana 14 hezar û 72 kesan jî qebûl kirine.    11 HEZAR Û 544 SERLÊDAN JÎ LI BENDA BERSÎVÊ NE   Komîsyonê da zanîn ku ji der barê serlêdanan de ji sedî 91'an de biryar dane û der barê 3 hezar û 550 dosyayan de biyara pêş lêkolînê dane. Der barê 11 hezar û 544 serlêdanan de jî lêkolî didome.  Komisyonê anî ziman ku der barê 2 hezar û 776 dosyayan de jî biryar dane.