‘Hişkayî cidî ye, divê hikumet piştevaniya cotkaran bike’ 2021-05-28 15:45:44 AMED - Şaxên Tarim Orkam Senê û Odeyên Endezyarên Zîraatê û Komeleya Ekolojiyê ya Mezopotamyayê diyar kirin ku rewşa hişkesaliyê li bajarên herêmê cidî ye û xwest hikumet dest ji polîtîkayên şaş ên çandiniyê û avê berde û li tavilê piştevaniya cotkaran bike.    Sendîkaya Kedkarên Giştî ya Milê Xizmeta Çandinî, Daristan, Hawirdor û Hewayê (Tarim Orkam-Sen) ên Şaxên Amed, Mêrdîn û Rihayê, Odeya Endezyarên Zîraatê ya Şaxa Amedê û Komeleya Ekolojiyê ya Amedê têkildarî hişkesaliyê û bandora wê ya li ser cotkaran û çandiniyê li gundê Qozanê ya bi ser navçeya Sûra Amedê ve daxuyanî dan çapemeniyê.    'EV HIŞKESALÎ WÊ BANDOR LI XELKÊ JÎ BIKE’    Serokê Odeya Endezyarên Zîraatê ya Şaxa Amedê Abdussamed Ucaman diyar kir ku li herêmê hişkesaliyek cidî qewimiye û ev yek tenê ne biguhertina avhewayê pêk hatiye di heman demê de ji ber zêdebûna hejmara bendavan ekosîstemê guhertiye. Ucaman anî ziman ku divê têkildarî ziwayiyê cotkar werin hişyarkirin û heke rayedar vê yekê piştguh bikin wê bandorek neyînî li ser nîsk, ceh û geniman bike û ev yek wê bandora xwe li ser sofreyan jî nîşan bide.    ‘DIVÊ HIKUMET DEST JI POLÎTÎKAYÊN ŞAŞ BERDE’    Pişt re Serokê Tarim Orkam-Senê yê Amedê Nasir Demîrkiran metna daxuyaniyê xwend û destnîşan kir ku ji ber hişkesaliyê gengaz e ku bobelat pêk werin û ji ber nebarîna şiliyê ji sedî 80’ê genim, ceh, nîsk û nebatên din zirarê dîtine, kêm bûne û telafiya wê nebe. Demîrkiran anî ziman ku heke zirara heyî neyê tazmînkirin dibe ku di demsala pêşiya me de cotkar nikaribin hilberînê ango çandiniyê bikin û dibe ku hişkesaliya heyî rê li ber xelayê veke û heke bergirî neyên girtin dê di rehendên civakî û aborî de jî pirsgirêkên cidî biqewimin. Demîrkiran destnîşan kir ku rewşa hişkesaliyê li bajarên herêmê cidî ye û xwest hikumet dest ji polîtîkayên şaş ên çandiniyê û avê berde û hikumet li tavilê piştevaniya cotkaran bike da ku zirara wan ji holê rabe.    'EM Ê BIBIN KARKERÊN DEMSALÎ’   Pişt re Emîn Kiran ê cotkariyê dike jî destnîşan kir ku ew niha hatine asta topavêtinê û ji ber ziwayiyê dexlûdanê wan hişk bûne û ew deyndar mane. Kiran anî ziman ku heke dewlet ji zirara cotkaran re nebe alîkar wê cotkarên herêmê jî bibin karkerên demsalî û ji ber ewşa wan nebaş e niha nikarin perê avê jî bidin.