Rêxistinên civakî: Girtiyê nexweş Ozkan serbest berdın 2021-05-28 15:05:44   STENBOL - Gelek nûnerên rêxistinên civakî ji bo girtiyê neşweş ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan serbest bê berdan, daxuyanî dan û bang li rayedaran kir ku Ozkan serbest berdin.    Nûner û rêveberên Komeleya Civaka Sivîl a Di Pergala Înfaza Ceza de (CİSST), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Înîsitayifa Mafan a Hatiye Dîtin, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Odeya Tabîban a Stenbolê, Komeleya Hiquqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD), Sendikaya Kedkaren Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES), Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Vakfa Lêkolîna Hiqûq û Civakî (TOHAV), ji bo girtiyê nexweş ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan serbest bê berdan bi hevre daxuyanî dan û bang li rayedaran kirin. Rêxistinên mafên mirovan di daxuyaniyê de bang li rayedarên hikûmet û dewletê kirin û xwestin Emîn Ozkan serbest bê berdan. Nûnerên saziyan anîn ziman ku Mehmet Emîn Ozkan 25 salin girtî ye û 83 salî ye. Saziyan da zanîn ku Ozkan hem nexweşê dil e û hem jî gelek nexeşiyên din pêre hene û bi kelepçeyê tê dermankirin.