AYM’ê serlêdana Balûken red kir 2021-05-28 13:39:28   ENQERE - AYM’ê serlêdana Îdrîs Balûken a têkildarî cezayê hefsê yê jê re hat birîn, ji ber “hêj înfaza wî nehatiye destpêkirin” red kir.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdana endamê Şandeya Îmraliyê û Parlementerê HDP’ê yê Amedê yê berê Îdrîs Balûken ya “mafê wî yê ewlehiyê û azadiyê hatiye binpêkirin” red kir.    AYM’ê di biryara xwe de diyar kir ku “hêj înfaza wî nehatiye destpêkirin” û serlêdan ji ber “îdiayên mafê wî yê ewlehiyê û azadiyê hatiye binpêkirin ji palpiştê mehrûm e” weke nayê qebûlkirin dît.    Balûken ku di serdema 24’emîn de parlementeriya Çewligê, di serdema 25’emîn de jî parlementeriya Amedê kir û di pêvajoya çareseriyê de ligel Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldanê di Şandeya Îmraliyê de cih digirt, ligel Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê ji 4’ê Mijdara 2016’an û vir ve girtî ye. Balûken di danişîna ewil a çileya 2017’an de hat berdan, li ser îtîraza dozgeriyê piştî du rojên din careke din hat girtin. Di encama darizandinê de 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 4’ê çileya 2018’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” , 4 caran bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” û 4 caran jî bi îdiaya “muxalefeta qanûna meş û xwepêşandanan” 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê da Balûken. Dosyaya cezayê hefsê ya ji Balûken re hat dayîn ji bo temyîzê, vegûhestin Dadgeha Bilind.