Xizmetkarê tenduristiyê întîhar kir 2021-05-28 07:52:15     DENÎZLÎ - Li Denîzliyê xizmetkarê tenduristiyê yê 23 salî Omer Çelîktaş întîhar kir.    Li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Pamukkale ya Denîzliyê teknîsyenê Tipê yê 23 salî Omer Çeliktaş întîhar kir. Çeliktaş îlac bi derziyê li damara xwe xist û dawî li jiyana xwe anî. Çeliktaş  nîşe li pey xwe hişt û di nîşeyê de anî ziman ku ji ber şertên jiyanê girane û nikare bijî dawî li jiyana xwe anîye.