Ozkan ê bi kelepçeyê birin nexweşxanê, dê paşve bibin girtîgehê 2021-05-27 16:39:32   AMED - Hat diyarkirin ku girtiyê nexweşê giran ê 83 salî Mehmet Emîn Ozkan ê cara şeşemîn rakirin nexweşxanê, bi hinceta “dermankirina wî temam bû” dê cardin paş ve bibin girtîgehê.   Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne, di 25’ê Gulanê de rewşa wî nebaş bibû û destên wî kelepçekirî anîbûn Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê û li nexweşxaneyê razan dibûn. Malbata Ozkan ê bi textê nexweşxaneyê ve hat kelepçekirin û nikare pêdiviyên xwe pêşwazî bike, serî li Dozgeriya Girtîgeha Tîpa D a Amedê da. Piştî ku serlêdana malbatê hat qebûlkirin, kurê Ozkan Vedat Ozkan ev du rojin refaqetiya bavê xwe dike.   Kurê Ozkan Vedat Ozkan, diyar kir ku bi hinceta “dermankirina wî temam bû”, wê îro cardin paşve bişînin girtîgehê.   ‘REWŞA BAVÊ MIN GIRANE’   Keça Ozkan Selma Ozkan derbarê rewşa bavê xwe de agahî da ajansa me. Ozkan, diyar kir ku rewşa tenduristiya bavê min girane û wiha axivî: “Ji xwe ji dîmenên wî yên hatibûn kişandin jî rewşa wî diyar dibe. Rewşa wî girane. Lê dibêjin wê paşve bişînin girtîgehê. Bijîkan gotin, dermankirina bavê te qediya, wê îro bişînin girtîgehê. Em hemû jî baş dizanîn ku ev yek ne raste. Wê îro bibin girtîgehê, sibe cardin rakin nexweşanê.”