Têkildarî Sedat Peker ê reviyaye derveyî welat biryara girtinê hat dayîn 2021-05-27 15:15:43   NAVENDA NÛÇEYAN - 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê, derbarê rêveberê çeteyan ê girêdayî dewletê Sedat Peker de biryara girtinê da.   2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê, derbarê rêveberê çetayan ê girêdayî dewletê Sedat Peker de biryara girtinê da. Peker ê ku reviyaya derveyî welat, ev demeke derbarê Wezîrê Karên Hûndir Suyleyman Soylû û hin rayedarên dewletê de, gelek agahiyên balkêş bi vîdeoyan perve dike û kirînên wan aşkere dike.