Yekemîn danişîna rojnameger Roza Metîna hat dîtin 2021-05-27 14:08:56   AMED - Yekemîn danişîna doza derbarê rojnameger Roza Metîna ya di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de lê hatibû vekirin, hat dîtin.   Danişîna yekemîn a doza derbarê rojnameger Roza Metîna ya bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) lê hatibû vekirin, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Roza Metîna û parêzerê  wê Resûl Temûr di danişîn de amade bûn.    Roza Metîna di danişînê de parastin kir û wiha got: "Ez rojnameger û endama Komeleya Nivîskarên Kurd im. Ev komele jî komeleyek qanûnî ye." Metîna, têkildarî pirtûkên ku li mala wê hatin desteserkirin jî, da zanîn ku ew rojnameger û nivîskar e û ew pirtûk jî bi armanca lêkolînê anîne mala xwe. Roza diyar kir ku tu têkiliya wê bi KCD'ê re tune ye û xwest ku bê beraetkirin.   NABE KU PIRTUK WEKE SÛC BÊN DÎTIN   Parêzerê Metîna Resul Temur jî, diyar kir ku nasname û belgeyên li avahiya KCD'ê hatine dîtin ji aliyê kî ve û bi çi armancê hatine amadekirin ne diyar e. Temur, dest nîşan kir ku divê muwekîla wî ji ber van neyê darizandin. Tamur anî ziman ku divê muwekîla wî ji ber  pirtûkan neyê darizandin û pirtûk ne delîlên sûc in.    Dozger, xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin. Şandeya dadgehê jî xwest ku dozger mutalaya xwe ya derbarê Metîna de, pêşkêşî dadgehê bike. Dadgehê dûre, biryar da ku dosya ji dozger re bê şandin û danişîn taloqî 14'ê Îlonê kir.