Daxwaza girtina polîsê ku Oner kuştibû dîsa hat redkirin 2021-05-27 13:05:30 AMED - Dadgehê daxwaza girtina polîs Selahattîn K. ê bi erebeya zirxî Şahîn Oner perçiqand û kuştibû carek din red kir.  Polîs Selahattîn K. di 10’ê Sibata 2013’an de, di xwepêşandeneke şermezarkirinê ya li Taxa Şehîtlîk a navçeya Yenîşehîr a Amedê de, bi erebeya zirxî Şahîn Oner perçiqand û bûbû sedema mirina wî. Danişîna doza ku polîs Selahattîn K. jê tê darizandin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Selahattîn K. ê ji sûcê “bi zanebûn kuştinê” tê darizandin û parêzerê wî tevlî danişînê nebûn. Malbata Oner û parêzerên wî Abdulah Zeytûn û Ercan Yilmaz di danişînê de amade bûn.    Di danişînê de rapora pispor a hatibû amadekirin teblîxî parêzeran hat kirin. Parêzer Zeytûn ji dadgehê ji bo rapora pispor lêkolîn bikin wext xwest. Zeytûn, xwest ku bersûc polîs Selahattîn K. jî were girtin.    Dadgehê daxwaza parêzer a girtina polîs red kir, daxwaza wext xwestinê qebûl kir û danişîn taloqî 24’ê Hezîranê kir.