Di doza êrişa çekdarî de daxwaza ‘edaletê’ 2021-05-27 11:48:29   MÊRDÎN – Xizmên Mikaîl Dûygû ku di sala 2019’an de li navçeya Qoserê di êrîşeke çekdarî hatibû kuştin, duh danişîna doza kuştina Dûygû de bertek nîşanî darizandina berdayî ya bersûcan dan û daxwaza edaletê kirin.    Di tîrmeha 2019’an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di trafîqê de li dijî wesayîtekê êrişeke çekdarî pêk hatibû û di êrişê de Mikaîl Dûygû jiyana xwe ji dest dabû û kesek jî birîndar bûbû. Piştî bûyerê kesek hatibû girtin û di çarçoveya lêpirsîna ku têkidlarî bûyerê hat vekirin de derbarê 6 kesan de dozname hat amadekirin. Di 7’emîn danîşîna dozê ku duh li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin de bersûcê girtî jî hat berdan. Xizmên Dûygû, bertek nîşanî darizandina berdayî ya bersûcan dan û destnîşan kirin ku darizandineke adilane nayê kirin.   Xizmên Dûygû Lutfu Dûygû, qala bûyere kir û da zanîn ku rexmî delîl hene jî dadgehê şahidan guher nekiriye. Dûygû, agahî da ku dê giliya serokê dadgehê bikin û daxwaz kir ku adalet pêk bê û berpirsyar bên girtin.