Korkut Eken: Siyasetmedar xwedî li hev derdikevin lê kes li me xwedî dernakeve 2021-05-27 10:59:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberê MÎT’ê yê berê Korkût Eken ê  ji aliyê Sedat Peker û birayê wî ve weke berpirsiyarê kuştina rojnamevan Kûtlû Adali hat nîşandan, îdîa kir ku têkiliya wî bi kuştinê re nîne û got: "Heke ez kiryarên nediyar bizanim, ez bêşeref im. Siyasetmedara xwedî li hev derdikevin. Wê kî me biparêze? Kesekê ku xwedî li me derkeve tune ye.”   Rêveberê çete yê ku têkiliya wî bi dewletê re heye Sedat Peker, di vîdeoyeke weşand de ji kuştina rojnamevan-nivîskar Kûtlû Adali, Alîkarê Serokê Daîreya Ewlehiyê yê Teşkîlata Îstîxbarata Netewî (MÎT) û ji doza Bûyera Sûsûrlûkê ku di sêgoşeya dewlet-mafya-siyasetê derket holê de, hikumxwar Korkût Eken berpirsyar girt.   Peker, dema kuştina rojnameger Ûgûr Mûmcû vegot, wiha gotibû: "Wê demê em bi Mehmet Agar û Korkût Eken bi hev re bûn. Derveyî kiryarên nediyar, karmend dişandin cem min. Ji min re gotin ku ‘Li Qibrisê mirovek heye, dixwaze Qibrisê bifiroşe Rûman.’ Got du profesyonel… Min jî jê re got 'ez ê birayê xwe Atîlla Peker bidim te.' Dikarin li bilêtan binerin. Gelek wext bi ser re derbas bû, piştî çar rojan vegerin. Em bi Korkût re axivîn. Got em ê pişt re biçin. Tîmeke din ku girêdayî wan ew kuştine. Min û Korkût me hev dît. Got ‘Ew kar pêk hat.’”   Birayê Peker, Atîlla Peker ê piştî îtîrafên wî hatibû binçavkirin û pişt re hat berdan, diyar kir ku bi daxwaza birayê xwe bi Eken re çûye Qibrisê û ji bo cînayetê çek dane wî.    EKEN: EZ NAS NAKIM   Korkût Eken ê piştî îtîrafên Peker ji rojnameya Sozcuyê re axivî wiha îdia kir: “Heke ez wî rojnamevanî nasbikim bêşeref im. Têkildarî kuştina wî jî tu eleqeya min nîne. Ji bo em dest deynin ser bûyera ku PKK birîndarên xwe dibe Beşa Rûman em çûn.” Eken, diyar kir ku bi Atîlla Peker re çûn Qibrisê û bertek nîşanî gotinên Suleyman Soylû yên derbarê wî de dan.   ‘KESÊ KU Lİ ME XWEDÎ DERKEVE NÎNE’   Eken, anî ziman ku bi fermana Wezîrê Karê Hûndir û Midurê Giştî yê Polîsan ê berê Mehmet Agar çûn Qibrisê û wiha axivî: “Ez wê demê li miduriyeta polîsan ji gihandina Polîsên Tevgera Taybet mijûl bûm. Mehmet Beg (Mehmet Agar) ez şandim. Li dijî her îhtîmalê min birayê Sedat Peker, Atîla Peker jî bi xwe re bir.”   Eken, bi lêv kir ku “dijminatiyeke” Sedat Peker bi wî re heye û wiha berdewam kir: “Ez Kûtlû Adali yê ku dibêjin rojnamevan e nasnakim ku derbarê wî de peyvekê biaxivim. Ji bo ku bûyer bê lêkolînkirin ez ê giliyê bikim. Siyasî xwedî li hev derdikevin. Lê kesê ku li me xwedî derkeve tune ye. Kesek tenê jî nîne ku bêje ‘têkiliya Korkût Eken nîne’.”   ‘MA EZ KUJER IM?’   Eken, derbarê pirseke îtîrafên Atîlla Peker de wiha bersiv da: “Tobe tobe ez navê wî nizanim. Atîlla Peker jî nizane. Niha birayê wî ji wir dibêje. Tu têkiliya min û Sedat Peker nîne lê bi dijminatî çûyîbe ku derê navê min got. Çima wisa kir ez nizanim. Ez kesê re naaxivim. Bi wî re jî naaxivim. Piştî ku sala 2004’an ji girtîgehê derketim kesê nabînim, tena serê xwe dijîm. Zarok û neviyên Korkût Eken jî hene. Ma ez kujer im? Rayedarên dewletê, yekeyên îstîxbaratê nizanin? Çima nabêjin ku tu têkiliya min bi van karan re nîne?”   ‘HEKE EZ KIRYARÊN NEDIYAR BIZANIM BÊŞEREF IM’   Eken, destnîşan kir ku bi daxwaza îdiayên derbarê wî de bê lêkolînkirin wê li dozgerî giliyê bike û wiha axivî: “Heke ez Sûsûrlûkê, kiryarên nediyar bizanim bêşeref im. Min tenê Polîsên Tevgera Taybet perwerde kirin. Ez bi PKK re têkoşiyam. Li bajaran karê min nebû nabe jî. Ez careke din dibêjim Kûtlû Adali nasnakim, navê wî jî min nebihistiye. Çi karê min bi rojnamevanan re heye?”