Rexmî biryara morkirinê jî avahiya ku bi kevîrên diziyê hatiye çêkirin dixebite 2021-05-27 10:24:27   AMED – Rexmî biryara morkirinê jî loqenteya bi navê “Kemikli Evî Cîger” ku ji aliyê Serokê Şaxa Diyanet-Sen’ê ya Amedê Omer Evsen ve bi kevirên ku ji avahiyên dîrokê yên Sûrê hatine dizîn hatiye çêkirin, dixebite.    Biraziyê Midurê Weqfên Herêmê Metîn Evsen Serokê Şaxa Diyanet-Sen’ê ya Amedê Omer Evsen, li navçeya dîrokî ya Sûra Amedê, mala malbata xwe ya qaçax hilweşand û di sala 2019’an de li şûna wê bi kevirên ku ji avahiyen dîrokî yên Sûrê hatibûn dizîn avahiyeke qaçax a 3 qat lê kir. Evsen, piştî lêkirinê vê avahiyê bi navê “Kemikli Evî Cîger” weke loqente da xebitandin.    JI WEZARETÊ RANEGIHANDIYE   Lijneya Herêmê ya Parastina Hebûnên Çandî ya Amedê ku girêdayî Miduriyeta Giştî ya Muzeyan û Hebûnên Çandî ya Wezareta Turîzm û Çandê ye, rexmî ku tespît kir avahî li dijî Plana Îmarê ye jî ji bo hilweşandina avahiyê gavên pewîst navêt. Li gel ku rayeya gilîkirinê ya lijneyê heye û biryar daye ku avahî ji hêla Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ve bê kontrolkirin jî biryara xwe ji wezaretê re ranegihandiye.    BIRYARA MORKIRINÊ   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, mijarê bir rojeva meclisê û ji Wezarî Bajarvanî û Hawirdorê Mûrat Kûrûm pirsî. Wezîr Kûrûm, di 20’ê gulanê de bersiva Guzel da û diyar kir ku destûra bi kar anîna avahiyan ji aliyê Şaredariya Sûrê ve tê dayîn û piştre ji wezaretê re tên ragihandin. Kûrûm, berdewamê de aşkera kiriye ku ji aliyê Şaredariya Sûrê ve ji bo avahiyê biryara mohrkirinê hatiye dayîn.    Rexmî ku Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ji bo pêkanîna biryara morkirinê di 1’ê nîsanê de ji Miduriyeta Bajarvanî û Hawirdorê ya Amedê re nivîsa fermanê şandiye jî avahî niha vekiriye û xizmet dide.