Ji ber bilêvkirina 'Birêz Ocalan' derbarê Hevseroka KCD'ê Guvenê de 2 îdianame 2021-05-27 09:02:28 AMED - Ji bo bilêvkirina "Birêz Ocalan" derbarê Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê de 2 îdianame hatin amadekirin. Dadgeha Qanûna Bingehîn di sala 2012'an de vê bilêvkirinê di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de nirxandibû.  Ji bo bilêvkirina "Birêz Ocalan" derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê de 2 îdianame hatin amadekirin. Ev îdianame li Şirnex û Colemêrgê hatine amadekirin û Guven bi îdiaya "pesindayîna sûc û sûcdar" tê sûcdarkirin.   DADGEHA BILIND GOTIBÛ 'AZADIYA FIKR Û RAMANÊ YE'   Di îdianameya ku Dadgeha Cezayê Asliye ya Şirnexê qebûl kiriye de, axaftina Guvenê ya di 17'ê Kanûna 2020'î de li avahiya HDP'ê ya Şirnexê sûc hatiye hesibandin. Guvenê di axaftina xwe de gotibû, "Gelê kurd û Birêz Abdullah Ocalan 22 sal in tên tecrdîkirin."    Di îdianameya ku Dadgeha Cezayê Asliye ya 2'yan a Colemêrgê qebûl kiriye de, Guven bi îdiayên wekî "gel ber bi dijminatiyê ve tehrîk kiriye" û "sûc û sûcdar pesinandiye" tê sûcdarkirin. Di îdianameyê de tê xwestin ku ji 2 salan heya 5 salan ceza li Guvenê bê birîn.    BIRYARA EMSAL    Parêzerê Guvenê Serdar Çelebî, diyar kir ku dadgeh ne li gor hiqûqê, li gor pêvajoyê herket dike. Çelebî got: "Derbarê vê de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hene. Herî dawî di biryara derbarê Demîrtaş d ehat diyarkirin ku biryarên dadgehê biryarine siyasî ne. Ev çi ye? Ne li gor hiqûqê û delîlan, li gor îdareya siyasî biryaran didin. Di vê dosyeyê de jî heman tişt heye. Dadgeha Bilind, berê biryar dabû ku peyvan 'birêz' ne sûc e."    Çelebî, bibîr xist ku berdevkê hikûmetê yê berê Bulent Arinç derbarê vê biryara Dadgeha Bilind de daxuyanî dabû û got: "Birêz Arinç, gotibû 'em nikarin ji ber peyva birêz her kesî bigirin.' Lê dîsa jî em wisa difikirin ku ev doz konjukturî ye. Her wiha ya tê darizandin jî Leyla Guven. Hemû axaftinên wê dibin mijara darizandinê. Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê gilî kiriye û ev dosye hatiye amadekirin. Ev bilêvkirin, divê di çaçroveya azadiya fikr û ramanê de bê nirxandin. Ne li gor hiqûqê ye ku bibe hinceta darizandinê."    BIRYARA EMSAL A DADGEHA BILIND    Daîreya Ceza ya 9'an a Dadgeha Bilind, di sala 2012'an de cezayê ku ji ber bilêvkirina peyva "Birêz Abdullah Ocalan" li siyasetmedar hatîp Dîcle û Selîm Sadak hatibûn birîn, xera kiribû. Dadgehê destnîşan kiribû ku ev bilêvkirin, di çaçroveya azadiya fikr û ramanê de ye.