Akademîsyenên aştiyê: Welat ber bi koncaleke kûr ve digindire 2021-05-27 09:02:23 STENBOL - Akademîsyenên aştiyê ku rêvebirê çeteyan Sedat Peker gef li wan xwaribûn, diyar kirin ku her ku dewlet ji demokrasiyê bi dûr dikeve, hîn bêtir nêzî mafyayan dibe û got: "Welat ber bi koncaleke kûr ve digindire."  Îtirafên rêvebirê çeteyan ê girêdayî dewletê Sedat Peker didomin. Ji îtirafên Peker, yek jê jî derbarê akademîsyenên aştiyê de ye. Peker, gef li akademîsyenên îmze danîbûn bin danezana "em ê nebin şirîkê vî sûcî" xwaribû.    Ji akademîsyenên îmze danîbûn bin danezanê Sîbel Ozbûdûn û Gençay Gursoy, îtirafên Peker û geşedanên dawî nirxandin.    MAFYAYA QANÛNΠ   Ozbûdûn, destnîşan kir ku têkiliya dewlet-mafyayê ji bo welatên kapîtalîst ne diyardeyeke nû ye û got: "Mafya, kapîtalîzma derqanûnî ye, kapîtalîzm jî mafyaya qanûnî ye. Îro ro ev her du, tam daxilî nav hev bûne."    Ozbûdûn, anî ziman ku Tirkiyeyê "gladîo"ya xwe ya li qada navneteweyî hatiye birêxistinkirin û di bin navê "têkoşîna li dijî komunîzmê" bi kar aniye, hê jî tasfiye nekiriye. Ozbûdûn, diyar kir ku di salên 90'î de rêxistinên paramîlîter, stratejiên "herba xeyrînîzamî" û bazirganiya tiryakê hemû daxilî nav hev bûbûn û got: "Wê demê pir hat nivîsandin û axaftin ku dahata tiryakê di şerê li dijî tevgera kurd de tê bikaranîn."    GUHERÎNA DI TÊKILIYÊN DEWLET-MAFYAYÊ DE    Ozbûdûn, anî ziman ku bi rewşeke ecêb re rû bi rû ne û di têkiliyên dewlet-mafyayê de bi piranî siyasetmedar û burokrat "karên xwe yên qirêjî" bi mafyayê dikin. Ozbûdûn, destnîşan kir ku di van têkiliyan de bi beramberiya "bertîl û meaş" mudaxileyî têkiliyên mafyatîk nayên kirin û got: "Heger daxuyaniyên Sedat Peker rast bin, nexwe rayedarên dewletê an jî xizmên wan daxilî nav 'mafyatiyê' bûne."    Ozbûdûn, destnîşan kir ku ev yek ne rewşeke ku her kes pê zanibe û got: "Heger îdia rast bin, divê di çarçoveyeke ji 'berjewendiyên şexsî' wêdetir de bê nirxandin û divê bê nîqaşkirin, gelo dahatên tiryakê daxilî nav pergala malî tên kirin an na."    Ozbûdûn, anî ziman ku heger gotinên Peker rast bin jî divê neyê fihêtkirin û nîqaşên li ser medyaya civakî yên wekî "Pekercî-Soylûcî" nîqaşine şaş û xetere ne. Ozbûdûn, destnîşan kir ku ya tê kirin "şerê payêkirinê" ye û got: "Wextekê bi hev re ji heman têfikê dixwarin, lê niha jî li ber hev radibin. Sibê dê kî bê cem kê nayê zanîn."    GEFÊN PEKER    Ozbûdûn, gefên Peker ên li akademîsyenan xwaribûn jî nirxandin û got: "Di vir de hevoka sereke peydakirina 'atmosfereke tirsê' ye. Peker, nîşan dide ku îqtidar ji bo gel çavtirsandî bike, wî kiriye perçeyeke plana xw eya tepisandinê." Ozbûdûn, destnîşan kir ku gava Peker gef li akademîsyenan xwariye, ne îqtidarê ne jî derdora wê deng ji xwe neanîne û nedane ber lêpirsînê.    GURSOY: DEWLET XWE NÊZÎ MAFYAYÊ DIKE    Akademîsyen Gençay Gursoy jî tiştên diqewimin wekî "ji nû ve rûdana klasîka Tirkiyeyê ya 20 salên dawî" şîrove kir. Gursoy, destnîşan kir ku tiştên piştî 2015'an qewimîn û "îqtidara yekzilamî" hat avakirin pergaleke bi vî awayî cardin bûye rojev. Gursoy, anî ziman ku dewlet her ku ji mafên mirovan û demokrasiyê dûr dikeve, nêzî mafyayayê dibe. Gursoy, diyar kir ku lêkolînên hatine kirin, diyar dikin ku Tirkiye ji salên 90'î bêtir ber bi koncaleke hîn kûrtir ve digindire û got: "Derbarê fîgurên mafyayên salên 1990'î de çend lêprisînên qanûnî hatin kirin. Hin jê hatin girtin. Dozger hinekî wêrek bûn û ew dan ber lêpirsînê. Lê niha bi hezaran dozger hene û yek jê jî newêre derbarê van pêkanînan de lêpirsînekê bide destpêkirin. Ji lew re Wezîrê Karên Navxweyî polîs dane serikê mafyayekî ji bo wî biparêzin. Lê dozger, Wezîrê Edaletê û rêvebirên welêt hê jî bêdeng in. Mixabin, em di nav vilcoqê de li benda xelaskerekî ne."    TÊKOŞÎNA KURDAN    Gursoy, daxuyanî û gefên Peker ên ji bo akademîsyenan wekî "mikurhatinê" nirxandin û got: "Dibêje, ji bo atmosfereke tirsê çêbibe me ev tişt gotin. Bi vî awayî teşxîsê tam datîne. Yanî rejîmeke wisa hatiye avakirin ku ji bo li Tirkiyeyê pêş bikeve diviyabû atmosfereke tirsê biafirîne. Ev kes jî xizmeta vê kirin."    Gursoy, destnîşan kir ku dê welat bi pêşengiya kurdan, elewiyan û hemû gelên tahde li wan hatine kirin bigihê demokrasiyê.    MA / Îdrîs Sayilgan