Parêznameya wezaretê: Daxwaza ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî li dijî qanûna bingehîn e 2021-05-27 09:02:21 WAN - Derbarê daxwaznameya damezrandina Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) de, biryara "rawestandina birêvebirinê" hat dayîn. Wezareta Karên Navxweyî ji bo xalên "Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, mafê çandî û mafê tayinkirina çarenûsa xwe" ên di rêziknameya partiyê de derpêş kir ku li dijî Qanûna Bingehîn in. Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), ji 5'ê Gulana 2018'an heya niha ji bo damezrandina partiyê daxwaznameyan dide Wezareta Karên Navxweyî, lê belê wezaret daxwaznameyên wê esas nagire. Rêvebirên partiyê di 12'ê Mijdara 2020'î de xwestin daxwaznameyekê bidin wezaretê, lê belê vê carê jî "muxatab" nedîtin. Piştî vê PÎA, ji bo "rawestandina birêvebirinê" serî li Dadgeha Îdareyê ya 13'an a Enqereyê da. Dadgehê, serlêdana PÎA'yê qebûl kir û biryar da ku wezaret di nav mehekê de randevûyê bide rayedarên partiyê û ewraqaan teslîm bigire.    HINCET: DAXWAZA JI BO PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ YE    Piştî dadgehê aşkere bû ku wezaret ji bo çi serlêdana PÎA'yê qebûl nake. Wezaretê piştî serlêdanê parastina xwe ji dadgehê re şandiye û destnîşan kiriye ku ji ber hin xalên derbarê pirsgirêka kurdî de ên di tuzuka PÎA'yê de û ji ber pandemiyê serlêdan qebûl nekiriye.    Wezaretê di nivîsa ku ji dadgehê re şandiye de parastiye ku xalên "Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî, mafê çandî û mafê tayinkirina çarenûsa xwe" ên di rêziknameya partiyê de li dijî Qanûna Bingehîn in.   BIRYARA RAWESTANDINÊ    Dadgeha Îdareyê jî piştî parastina wezaretê, di 13'ê Nîsanê de biryara "rawestandina birêvebirinê" da û xwest ku wezaret di nav mehekê de randevûyê bide rayedarên partiyê û ewraqaan teslîm bigire. Her wiha di biryara xwe de destnîşan kiriye dê binpêkirina mafê avakirina partiyeke siyasî bibe sedema xisarên telefîkirina wan zehmet.    Wezaretê jî piştî biryara dadgehê, îtiraz kir.    MA / Cemîl Ûgûr