Tê îdiakirin ku li Girtîgeha Êlihê girtî Tîmûrtaş întihar kiriye 2021-05-26 23:40:08   ÊLIH - Tê gotin li Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M'yê girtî Salîma Tîmûrtaş întihar kiriye.    Salîma Tîmûrtaş a 45 salî 15 roj berê li Sêrtê hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin û wê şandibûn Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M'yê. Tîmûrtaş, di çarçoveya tevdîrên şewba Covîd-19'ê de bi tena serê xwe di odeyekê de dima.    Îro danê êvarî rêvebiriya girtîgehê telefonî malbatê kiriye û ragihandiye ku Tîmûrtaşê întihar kiriye.    Tîmûrtaşê rakirine Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê û hat diyarkirin ku rewşa wê xedar e. Li ber beşa awarte ya nexweşxaneyê tevdîr hatine girtin û nahêlin malbat nêzî beşa awarte bibe.