Îro 8 hezar û 738 kes bi Covîd-19'ê ketin 2021-05-26 21:22:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 166 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 hezar û 738 kes jî pê ketin.    Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya vîrûsa koronayê (Covîd-19) a rojane belav kir. Li gorî daneyên Wezaretê; li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê de 166 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 hezar û 138 kesên din jî pê ketin. Tevî daneyên îro li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 46 hezar û 787 hezar û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon 212 hezar û 123.