Ji 20 binçavkiriyên li Edeneyê kesek hat berdan 2021-05-26 11:45:10   EDENE - Li Edeneyê ji 20 kesên hatibûn binçavkirin, Jînda Erol piştî îfade da Miduriyeta Polîsan hat berdan.    Di çarçoveya lepirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi rê ve dibir de di 24’ê gulanê de bi serdegirtina malan rêveberên HDP’ê yên Edeneyê û hunermend jî di nav de 20 kes hatibûn binçavkirin. Kesa bi navê Jînda Erol a yek ji wan kesên hatin binçavkirin, piştî ku polîsan li Miduriyeta Polîsan a Edeneyê îfadeya wê girtin, berdan.   Îfadeyên rêveberên HDP’ê yên Edeneyê Berîvan Gokalp û Mehmet Yaşik, Rêveberê HDP’ê yê navçeya Seyhanê Dîndar Aksû, Rêveberê TÛAYDER’a Çûkûrovayê Mehmet Tûtûş, Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Akdenîzê (AYKAY-DER) Şukran Efeturk, hunermend Îlyas Arzû û Jiyan Savci, Cegerxwîn Guven, Hasan Kocaman, Halîl Kocaman, Berîtan Ozbey, Habîp Kahraman, Ûrfî Aksû, Osman Polat, Mehmet Şîrîn Tûnç, D.S û 3 kesên ku navê wan nehat zanîn ku li Miduriyeta Polîsan a Edeneyê tên girtin hêj nehatine wergirtin.    Hat zanîn ku kesên di bin çavan de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “ser navê rêxistinê xebitînê” tên sûcdarkirin.