Sindoqên hilbijartinê tenê li herêmên rejîmê hatin danîn 2021-05-26 11:21:18   QAMIŞLO – Li Sûriyeyê, ji bo diyarkirina serokê dewletê li herêmên di bin kontrola rejîmê de sindoq hatin danîn û dengdayînê dest pê kir.    Li Sûriyeyê li herêmên di bin kontrola rejîmê de ji bo diyarkirina serokê dewletê sindoq hatin danîn. Ji bo serokdewletiyê 3 namzet tevlî hilbijartinê bûne. Bi serokdewletê niha Beşar Esad re Abdallah Saloum Abdallah û Mahmoûd Ahmed Mareî tevlî hilbijartinê bûne û li dijî hev di pêşbirkê de ne.    Piştî danîna sindoqan saet di 07.0’an de dengdayînê dest pê kir û dê heta saet 19.00’an dengdayîn bidome. Li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) de sindoq nehatin danîn û hilbijartin li wan nayê kirin.    Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê, ragihand ku li bendê ne 18 milyon kes tevlî hilbijartinê bibin û dengê xwe bi kar bînin.    Mevlisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), ragihandibû ku ew tu hilbijartineke ku daxwazên gel eleqedar neke hilbijartinê red dikin û destûr nedin ku sindoq li herêma wan bên danîn.    Amerîka, Îngilistan, Fransa û Îtalya jî ragihandibûn ku hilbijartinê meşrû nabînin.