Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr hat berdan 2021-05-26 10:58:13   AMED - Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr ê ji peywîrê hatibû girtin, ji doza ku jê girtî dihat darizandin, hat berdan.    Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr ê ji peywîrê hatibû girtin, di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rê ve dibir de, di 16’ê Mijdara 2020’an de hatibû girtin. Danişîna doza ku Ozdemîr jê girtî dihat darizandin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Ozdemîr ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, ji girtîgeha lê dima bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerên wî Şîlan Çelîk û Ferhat Kilinç jî di danişînê de amade bûn.    SÛCDARÎ RED KIRIN   Ozdemîr, sûcdariyên derbarê xwe de qebûl nekirin û xwest ku were berdan. Dozger xwest ku girtina Ozdemîr bê dewamkirin.    ‘DOZ BILA WERE REDKIRIN’    Parêzerên Ozdemîr Şîlan Çelîk û Ferhat Kilinç jî anîn ziman ku ji ber navê muwekîlê wan tenê di dokumanekê de derbas dibe, nikare weke “endamê rêxistinê” were sûcdarkirin. Parêzer Kilinç diyar kir ku Ozdemîr beriya niha jî li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” hatiye darizandin û 8 sal 9 meh ceza lê hatiye birîn. Kilinç da zanîn ku ji ber vê yekê darizandina Ozdemîr a bi heman sûcdariyê wê bibe dubare û xwest ku doz were redkirin û muwekîlê wî bê berdan.   WÊ LI BENDA BIRYARA ÎSTÎNAFÊ BIN   Dadgeh têkildarî redkirina dozê, biryar da ku li gorî biryara Dadgeha Edliye ya Heremî ku derbarê Ozdemîr de bide wê tevbigerin.    HAT BERDAN   Şandeya dadgehê komkirina delîlan û girtina Ozdemîr ya demdirêj li ber çavan girt û biryara berdana wî da. Şandeyê danişîn taloqî 22’yê îlonê kir.