Polîsan mil û 3 diranên jina 55 salî şikandin 2021-05-26 10:37:32 AMED - Li navçeya Rezanê, polîsan jina 55 salî Kevser Demîr derb kirin, 3 diran û milê wê şikandin. Walîtiyê, îdîa kir ku polîs rastî tundiyê hatine.    Li navçeya Rezan a Amedê, jina 55 salî Kevser Demîr ji aliyê polîsên kurê wê binçav kirin ve rastî tuneyê hat. Polîsan di serdegirtina malê de, 3 diran û milê Demîr şikandin. Demîr, li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî rapora îşkenceyê û muameleya xirab girt û derbarê polîsan de gilî kir. Demîr di heman demê de, serî li şaxên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê da.    ‘BI PORÊ MIN RE GIRTIN Û EZ XIRIKANDIM’   Demîr a ji Rojnameya Tîgrîsê re axivî, wiha got: “Di 18’ê Gulana 2021’an de, di saetên şevê de bi ser mala min de girtin. Ez dayika 8 zarokame. Kurekê min tiryakkêşê. Zewiciye û kurê wî heye. Min ji polîsan pirsa ku wî çawan deman bikim kir, gotin ‘em nizanînin.’ Ez dixwazim kurê xwe ji tiryakkêşiyê rizgar bikim. Ez ji kar hatim. Saet derdora 18-15’an bû. Dengê qêrîniyê ji xwar hat. Min got qey kesek ji avahiyê ket xwarê û ez beziyam. Di avahiyê de mala min a bi kirê hebû. Min dît ku deng ji wê derê tê. Kurê min çûbû gel kirêciyê me. Min dît ku kurê min li wê derê ji aliyê 3 polîsan ve bi erdê re hatiye dirêjkirin. Yek derketibû ser pişta wî, yekê din dixwest wî kelepçe bike û yê din jî bi stûyê wî girtibû. Kurê min jî qîr dikir û digot, ‘Dayê, dayê ez kuştin.’ Ez jî beziyam hûndir û min got, ‘bo xwatirê xudê lê nedin. Sûcê wî çibe bi xwe re bibin. Bes lê nedin.’ Yek ji van sê polîsan li ser vê yekê, bi porê min re girt û ez bi erdê re xirikandim. Pehîn li min da. 3 diran û milê min şikandin. Dûre keça min hat û bi ser wan de qîr kir û got, ‘hûn çima li dayika min dixwin.’ Ji ber vê li keça min jî xistin, milên wê hişîn û reş kirin. Polîsê ku li me dixist, digot ew boksvanê berêye û bi ser me de qîr dikir. Li zikê min xistin û di pêlikan de, bi ser piştê ketim.”   GEF XWAR    Demîr, diyar kir ku wê li Navenda Ragihandin a Serokkomariyê (CÎMER) gilî kir, lê polîsê ku li wê xistibû piştî bûyerê gef li malbata wê xwar. Demîr, da zanîn ku heman polîsî gef li wan xwariye û wiha got: “Heman polîs bi gefa ku ‘ezê 3 kesên din bibim’ gef li me xwar. Dûre ez çûm nexweşxaneya dewletê û min rapora tundiyê girt. Min ji CÎMER’ê re nivîsand, bêdeng dimînin. Ez dayikim û tu mafê wan tuneye ku li min bixin. Hem bi awayekê madî û hem jî manewî ez ji wî polîsî gilîdarim. Hîna dozger bangî min nekiriye. Ez çûm qereqola Rezanê û min îfade da.”    WALÎ: WAN ÊRIŞ KIR   Walîtiya Amedê, derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û îdîa kir ku polîs rastî tundiyê hatine. Walîtiyê, di daxuyaniyê de, qet behsa dayika 55 salî ya 3 diran û milê wê ji aliyê polîsan ve hatibû şikandin nekir û berevajî vê yekê malbata sûcdar nîşan da.