Di lêpirsîna destdirêjiyê ya GGM’ê de biryara neşopandinê dan 5 kesan 2021-05-26 09:53:51   WAN – Di lêpirsîna ku piştî destdirêjiya li Navenda Paşde Şandinê li dijî penabera îranî Z.N. pêk hatibû li 5 karmendên navendê hatibû vekirin de bi hinceta nebesbûna delîlan biryara “neşopandinê” hat dayîn.    Di 22’ê tîrmeha 2020’an de li Navenda Paşde Şandinê (GGM) ya girêdayî Îdareya Koçê ya Bajar a Wanê, peywirdarên ewlehiyê Î.H.K. û Y.V. û kesekî ku hê nehatiye teşhîskirin destdirêjî penabera îranî Z.N. kiribûn. Ji ber vê destdirêjiyê bi sûcdariya “êrişa zayendî ya biwesf” derbarê Î.H.K. û Y.V. û kesekî ku hê nehatiye teşhîskirin de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Ev lêpirsîn hê jî didome û nehatiye encamkirin.    Piştî vê lêpirsînê Serdzogeriya Komarê ya Wanê, bi sûcdariya “ne ragihandina sûc” û “ nebaş bikaranîna peywirê” derbarê 5 karmendên navendê de jî lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dozgeriyê di lêpirsînê bi dawî kir û biryara “neşopandinê” da. Dozgeriyê, ji bo biryara xwe besnedîtina delîlan weke hincet nîşan da.     MA / Cemîl Ûgûr