ROJEVA 26'Ê GULANA 2021'AN 2021-05-26 09:00:22 * Wezareta Karên Navxweyî ji bo Azzo Halaf Suleyman el Aggal gotibû: "Terorîstê DAIŞ'î yê ku bombeyên êrîşên Sûltanahmet û Pirsûsê peyda kirine hat zevtkirin." Lê belê di zabitnameyê derbarê vî kesî de ku ji doza Pirsûsê re şandibû, derbarê Komkujiya Pirsûsê de hevokek jî tune ye.  * Adnan Orhan ku 27 sal in li aqûbeta bavê xwe û du xizmên xwe dipirse, diyar kir ku Sedat Peker li xwe mikur hatiye, lê dîsa jî darizandin dest pê nekirine. Orhan, destnîşan kir ku dewlet naxwaze meseleya cinayetên kiryar nediyar zelal bike.    * Îkbal Eren, keça Dayika Şemiyê Elmas Erena ku bêyî ku hestiyên kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da, got: "Dêya min her cara dihat binçavkirin berê xwe dida girseyê û digot, 'bêhêvî nebin.'"    * Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû îdia kiribû ku di dema wî de tu cinayeteke kiryar diyar û bûyerek îşkenceyê çênebûye. Lê belê li Colemêrgê di 6 salên dawî de herî kêm 11 kes bi çekên polîs û eskeran jiyana xwe ji dest dane û ji bo mirina van kesan polîtîkaya "bêcezatiyê" hat şixulandin.    * Pêkhateyên Konferansa Demokrasiyê, diyar kirin ku dê di konferansa xwe de gavên ji bo dorfirehkirina têkoşîna hevpar û çareserkirina pirsgirêkan nîqaş bikin.    * Hatûn Koç ku bi awayekî sîstematîk tahde lê hatiye kirin û ji bo vê 33 caran gilî kiribû, dîsa jî bi çekê hatibû birîndarkirin. Koç got: "8 sal in li korîdorên edliyeyê li edaletê digerim. Lê min nedît. Divê cezayekî giran li Ozkan Yarbî bê birîn."    * Dikandarên jin, diyar kirin ku di pandemiyê de alîkariya aborî ya ji bo dikandaran kême û gotin: “Dikandar ber têkçûnê ne. Bêyî ku cudakarî bê kirin, divê alîkarî ji bo hemû dikandaran bê kirin.”   * Li Amedê ji ber kêmbarîna baranê gol û bendavên pêdiviyên xelkê dabîn dikin li ber çikandinê ne. Li Bendava Devegeçîdî ya bi ser navenda Amedê ve ava wê ji nîvî zêdetir kêm bûye û hatiye ber çikandinê.   * Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê li ber Edliyeya Rihayê di roja 79'emîn de berdewam bike.    * Danişîna ewil a doza nûçegihanê me Mehmet Aslan ê li Girtîgeha Antalyayê tê ragirtin li 24'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were lidarxistin. (10.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Amedê û rêxistinên civakî yên sivîl wê têkildarî tecrîd û greva birçîbûnê li Parka Koşûyolû daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.00)    * Şaxên SES'ê yên Êlih û Amedê têkildarî binçavkirina rêvber û endamên wê daxuyanî bidin çapemeniyê. (13.00)