Wê di meha hezîranê de Konferansa Demokrasiyê were lidarxistin 2021-05-25 15:20:04   STENBOL - Pêkhateyên Konferansa Demokrasiyê ragihandin ku wê di meha hezîranê de konferansek bi beşdariya zêde li dar bixin û destnîşan kirin ku pirsgirêkên welat dikarin bi têkoşînek hevpar werin çaresekirin.    Pêkhateyên Konferansa Demokrasiyê têkildarî Konferansa Demokrasiyê ku wê di meha hezîranê de bi beşdariyek zêde li dar bixin, li Navenda Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a li Okmeydaniya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek endamên pêkhateyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Nûnerên komên xebatê ku ji aliyê pêkhateyên Konferansê ve hatin avakirin, daxuyanî dan. Nûneran têkildarî berxwedana jinan, hiqûq, ciwanan, rewşa kesên hatine îxrackirin, şer û feqîrtî, mafê jiyanê, talanên ekolojîk, astengdar, bawer û netew, rewşa penaberan, mafên zarokan, çand û hunerê, qada perwerdehiyê û çapemeniyê axivîn û destnîşan kirin ku ew dikarin pirsgirêkên li welat bi têkoşînek hevpar çareser bikin.    DAYIK KUŞTIN Û BARANDINA HÊSIRAN NAXWAZIN    Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Emîne Erbey jî wek mêvan beşdarî daxuyaniyê bû û destnîşan kir ku bi salan e ew ji bo aştiyê li kuçeyan li ber xwe didin û tu ferq di navbera hêsirên çavê dayikan de nîne. Erbey anî ziman ku ew dixwazin kuştin bi dawî bibin, zarokên wan di girtîgehan de werin berdan û divê her kes guh bide banga aştiyê.