Demîrtaş: Soylû û koma xwe me dan girtin û Tirkiyê radestî van kesan kirin 2021-05-25 14:10:40   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş got: “Îro serokê mafyayê derketiye, dewletê dîl girtiye. Ev zilam niha hemû qirêjiyên pergalê radixe holê, lê em girtî ne. Suleyman Soylû Wezîrê Karên Navxweyî ye, lê mafya dersê didê.”    Danişîna doza sereke ya derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku derbarê wî de biryara berdanê hatibû dayîn û negirtî jê tê darizandin, li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê lidarxistin. Danişîn li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F ku lê girtî ye, bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên Demîrtaş û parlamenterên HDP’ê Hişyar Ozsoy, Huda Kaya û Zeynel Ozen dozê şopandin.    Serokê dadgehê bi xwendina nasnameyê û ewraqên li dosyeyê hatibûn barkirin dest pê kir. Serokê Dadgehê diyar kir ku ew dixwazin biryara dosyeya Doza Kobanê ya li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê lidarxistin û dosyeya 19’emîn Dadgeha Cezayê giran bibe yek were dayîn.    Pişt re mutalaya dozger hat wergirtin. Dozger xwest ev dosye bi dosyeya li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran re bibe yek.    ‘DOZGER LI PEY DI NAVA FEN Û FÛTAN DE YE’   Demîrtaş li dijî mutalaya dozger mafê axaftinê wergirt. Demîrtaş diyar kir ku ew vê mutalayê red dike û xwest dosyeyên nebin yek û her yek li wê dadgehê bimîne. Demîrtaş da zanîn ku dema ew li biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafê Mirovan  Ewropayê (DMME) dinêrin dozger û şandeya dadgehê eşkere di nava fen û fûtê de ne.     ‘BIRYARA DMME’YÊ BISEPÎNIN’    Demîrtaş biryara DMME’yê bi bîr xist û wiha got: “Ev biryar dibêje hûnê her tiştî bînin halê berê. Lewma hûnê biryarê bisekinînin. Biryar dibêje we mafê wî siyasetê i destê wî girtiye û tu axaftina wî nabe astengkirina siyasetê. Hûn nikarin bêjin ‘ev biryar me eleqedar nake’. Heke we eleqedar jî bike, beriya hûn biryara dosyeyan bikin yek, divê hûn hewcehiyên biryarê hemû bicih bînin û ev deynê stûyê we ye. Di celseya îro de li gorî di biryara DMME’yê de tê gotin a rast ew e ku beraeta min were dayîn. Îro darazek ku vê biryarê bisepîne nîne. Îro roj dewra Suleyman Soylûyan e. Van rojan boriya wan wîtwît dike. Tişta kut ê dîtin, derarê Soylû de hin tişt tên gotin. Deng ji Dadgeha Enqereyê dernakeve. Lê heman Suleyman Soylû xwe dispêre beyanên şahidên veşarî yên ji aliyê miduriyeta polîsan ve hatine guhdarkirin, ez jî di nav de siyasetmedarên HDP’yî tên darizandin.”    ‘TE PARÊZVAN DAYE VÎ ZILAMÎ’    Demîrtaş destnîşan kir ku 5 sal in aliyê hiqûqî yên nebaş ên şandeya dadgehê dibîne û wiha got: “We wek kes, malbat û partiya min mexdûr kir. Ez yek endamên organa qanûnçêkirinê bûm. Tevî ku destnedayîna me hebû jî lê me ji malên me revandin. Nuqteya em gihîştinê we dît. We Tirkiyeyê bi girtina me radestî van kesan kir. Îro serokên mafyayê derketine û dewletê dîl girtine. Bandora biryara dadgeha we jî li van tiştên diqewimin heye. Divê hûn bêjin ‘êdî bes e we welat xistiye çiravê û hûn hêj zextan li ser darazê dikin’. Lê belê hûnê niha viya dewrî Dadgeha Cezayê Giran a 22’yemîn bikin. Zilam li xwe mikûr tê û dibêje ez serokê mafyayê me. Wezîrê Karên Navxweyî derdikeve bernameyê û dibêje ‘ev zilam tecawizkar e, nivîsên wî yên Bylockê hene, bi ser koftevan de girt, mafyavanek rezîl e’. Kes jî dernakeve û nabêje ‘te parêzvan dane vî zilamî, te destûra mitîngên wî daye, pasaport dayê’.”    ‘DERSÊ DIDE SOYLÛ’    Demîrtaş bal kişand ser axaftinên Sedat Peker ku têkiliya wî bi dewletê re heye û wiha got: “Îro serokê mafyayê derketiye, dewletê dîl girtiye. Ev zilam niha hemû qirêjiyên pergalê radixe holê, lê em girtî ne. Suleyman Soylû Wezîrê Karên Navxweyî ye, lê mafya dersê didê. Lê heman Suleyman Soylû xwe dispêre beyanên du şahidên veşarî û televîzyon bi televîzyon geriya û me sûcdar kir. Ji me re got ‘terorîst’. Ey Soylû beyanên du şahidên veşartî ku didin têr dike ku tu ji me re dibêjî ‘terorîst’ lê dema ev zilamê ku te wî parastiye, destûr daye mitînga wî, derdikeve tiştên te eşkere dike dibin karên vala. Wisa nekin. Heta ev li pêşberî darazê hesab bidin, ez ê li ber xwe bidim. Yên vî welatî kirine bin kontrola xwe, me divêjin zindanan, dem abi milyar dolar jî dihatin revandin zilmê li me dikirin.”    ‘HÛN HEMÛ SEROKAN JÎ BIGIRIN, LÊ WE WINDA KIRIYE’    Demîrtaş anî ziman ku girtina wî êdî kêrî AKP’ê nayê û got: “Êdî tenê ne min, hûn tevahiya lîderên muxalefetê jî biavêjin zindanan lê we winda kiriye.”    Demîrtaş da zanîn ku rojek dereng an rojek zû wê darizandina wî bi beraetê encam bide û êdî civak îlelahê ji we dike û însan ji birçîna xwe dişewitînin lê îqtidar bi milyar dolaran pere dizî ye.    ‘DADGEH ZILMÊ LI ME DIKE’    Demîrtaş anî ziman ku du daxwazên wî hene û got: “Di çarçoveya biryara DMME’yê de biryara beraetê bidin. Êdî parastinên min ên li dadgeha we gihîştine ber qedandinê. Dosya wê derkeve mutalayê. Dosyeya li Dadeha Cezayê Giran a 22’yemîn bixwazin. Bila tefrik bikin û bi vê re bikin yek ku parastina xwe bikim û du hundirê çend mehan de biryar derkeve. Lê Dadgeha Cezayê Giran a 22’yemîn çend sal wê berdewam bike.”    Demîrtaş destnîşan kir ku şandeya dadgehê zilmê li wan dike û got: “Hûn hiqûqzan in, dadger in, lewma ez heqê xwe li we helal nakim. Ez ê pêşiya viya jî bernedim.”    Piştî axaftina Demîrtaş, parêzerên wî parastina miwekîlên xwe kirin.