Dê di doza Medenî Yildirim de mutala were dayîn 2021-05-25 14:05:09   AMED - Di dosyaya esker Adem Çîftçî yê ji kuştina Medenî Yildirim tê darizandin de beyî ku rapora pispor bê temamkirin wê mutala bê dayîn.    Di 28'ê Hezîrana 2013'an de dema şermezarkirina çêkirina qaleqol-qereqolan ên li gundê Hêzan ê navçeya Licêya Amedê Medenî Yildirim ê 19 salî bi guleya eskeran hatibû kuştin. Danişîna doza bi sûcdariya “kuştina bizanebûn” derbarê  esker Adem Çîftçî de hatibû vekirin li 7’emîn Dadgeha Cezayê giran a Amedê hat dîtin.   Parêzerên malbata Yildirim Serdar Çelebî, Sîdar Avşar, Zeynep Işik, Sevcan Delîdere, Halîse Dakali, Suleyman Şahîn li danişînê amade bûn. Ji ber rizgarbûyî ye bersûc Adem Çîftçî beşdarî danişînê nebû lê parêzerê bersûc Kasim Kûtboga, bi pergala SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.    Ji bo çekên di bûyerê de bên diyarkirin û aliyê gule berdanê bên tespîtkirin piştî TRT, TUBÎTAK û ATK’ê ji Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (ÎTU) jî bersiva neyînî hat û ev bersiv li dosyaya dozê hat zêdekirin. ÎTU’yê di bersiva xwe de diyar kir ku ji ber kesekî ku daxwaza dadgehê bi cih bîne tune ye nikarin vê xwestekê bi cih bînin.   Dozgeriyê xwest ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Parêzerê malbatê Serdar Çelebî jî diyar kir ku sererast nekirina raporên pisporan û nerakirina ji holê ya nakokiyên navbera raporan, di nava hêcetên xerabkirina dadgeha îstînafê de ye û wiha got: “Weke di biryara îstînafê de tê diyarkirin wergirtina vê raporê ji bo ronîkirina dosyayê pêwîst e. Em dixwazin ku saziya ku raporê tenzîm bike dadgeh tespît bike.”   Parêzerê bersûc xwest ku dosya talîmatê bê girtin. Şandeya dadgehê daxwaza şandina dîmenan a ji kesên pispor re red kir û biryara ji bo mutalaya dosyayê bê amadekirin ji Dozderiya Komarê re bişîne da. Şandeya Dadgehê danişîn taloqî 8’ê tîrmehê kir.