Polîsan Sabrî Ozdemîr binçav kirin 2021-05-25 13:17:47 AMED - Polîsan Hevşaredarê Êlihê yê serdema beriya niha Sabrî Ozdemîr, li Antalyayê binçav kirin. Hevşaredarê Êlihê yê serdema beriya niha Sabrî Ozdemîr di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê da destpêkirin de hat binçavkirin. Polîsan duh di saetên serê sibê de bi ser mala wî ya li Taxa Gultepe ya Êlihê de girtin lê Ozdemîr ne li malê bû. Ozdemîr, ji ber karekê xwe li Antalyayê bû û polîsan ew li wir kirin binçavan.    Hat zanîn ku Ozdemîr anîne Miduriyeta Polîsan a Amedê.