DFG’ê ji bo nûçegihanê me Aslan banga piştevaniyê kir 2021-05-25 12:28:19   AMED - DFG’ê ji bo danişîna nûçegihanê me Mehmet Aslan ku girtî ye sibê were lidarxistin banga piştevaniyê kir û got: “Cihê rojnamevanan ne girtîgehe, cihê ku nûçe lê heye ye.”   Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî danişîna nûçegihanê me Mehmet Aslan ê ji 9’ê Çileyê ve li Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa L girtiye ku dê sibê were lidarxistin daxuyaniyek nivîskî belav kir.    DFG’ê bertek nîşanî hêcetên ku Aslan pê hatine girtin da û wiha got: “Nûçe çêkirin, hevdîtinên bi çavkaniyan re hatine kirin, ragihandina nûçeyan a ji televizyonan, hemû di îdianameyê de weke sûc hatine nîşandan. Ji vir jî xuya dike ku di holê de tu sûc nînin. Ji serî heta binî xebatên pîşeyî ne. Em di doza Aslan de jî şahidîniyê dikin ku rojnamevanên nûçegihaniyeke bi cesaret dikin hewl didin bi destê darazê bên cezakirin.”   ROJNAMEVANÎ TÊ DARIZANDIN   DFG’ê diyar kir ku Aslan rojnamevanekî ku rastiya ji gel re radigihîne ye û wiha berdewam kir: “Gelek rojnamevan jî Aslan ji nêz ve nas dikin. Ji ber vê yekê Aslan hedef tê girtin. Ji aliyekî dixwazin rojnamevanan ji qadê vekin, ji aliyê din jî dixwazin gihandina nûçeyên rast a civakê asteng bikin. Di kesayeta rojnamevan Aslan de careke din pîşeya me tê darizandin. Ji ber ku hem di hêcetên girtinê de hem jî di îdianameyê de ji xeynî xebatên pîşeyî tiştekî din tune ye. Ev mînak jî dide nîşandan ku Tirkiye ji bo rojnamevanan veguheriye cihêkî çawa.”   BANGA PIŞTEVANIYÊ    DFG’ê banga piştevaniyê kir û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Aslan ji bo ku karê xwe bi rêgez kir bi mehan e girtiye. Em dixwazin ku ev rewş di danişîna ewil ku dê sibê were dîtin bi dawî bibe. Cihê rojnamevanan ne girtîgeh e, cihê ku nûçe lê heye ye. Em hemû rêxistinên pîşeyî û hempîşeyên xwe vedixwînin piştevaniya bi Mehmet Aslan re û şopandina danişîna li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê were dîtin. Divê neyê ji bîr kirin ku  rêya herî bi bandor a ji zextan xelas bûnê avakirina tora piştevaniyê ye. Em destnîşan dikin ku divê demildest dest ji zextên ser rojnamevanan bê berdan.”