Bangawazî ji bo danişîna Mehmet Aslan: A tê darizandin rojnamevanî ye 2021-05-25 09:10:34   STENBOL - Rêxistinên çapemeniyê anîn ziman ku rojnamevan ji ber ku rastiyê aşkere dikin hedef tên girtin û ji bo danişîna nûçegihanê me Mehmet Aslan ku dê sibê bê lidarxistin bang kirin: "A tê darizandin rojnamevanî ye."    Nûçegihanê me Mehmet Aslan, ji 9'ê Çileyê ve di Girtîgeha Antalya ya Tîpa L'yê de ye. Aslan, ji ber nûçeyên çêkirin û hevdîtinên xwe yên bi çavkaniyên nûçeyan re hatiye girtin. Danişîna wî ya ewil sibê (26'ê Gulanê) dê li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya 24'an bê lidarxistin.    Rêxistinên çapemeniyê, destnîşan kirin ku Aslan ji ber karên xwe yên rojnamevaniyê hatiye girtin û xwestin Aslan bê berdan.    ROJNAMEVAN HEDEF TÊN GIRTIN    Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DGF) Dîcle Muftuoglû, anî ziman ku ji roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heya niha rojnamevan hedef tên girtin. Muftuoglû, bilêv kir ku di serî de çapemeniya azad û bi giştî jî gelek rojnamevan sirf ji bo rastiyê digihînin gel an tên kuştin an jî tên girtin û got: "Li gor daneyên rêxistinên çapemeniyê, Tirkiye li cîhanê yek ji wan welatan e ku herî zêde rojnamevan lê tên girtin. Ev bi xwe jî bi tena serê xwe nîşan dide ku bê rewş çi qasî wehîm e."    Muftuoglû, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin neçareserkirina pirsgirêka kurd de û got: "Ji ber vê rojnamevanên kurd û çapemeniya azad hedef tên girtin. Gelek hevalên me niha di girtîgehan de ne, sirf ji ber ku binpêkirinên mafan ên li Kurdistanê kirine nûçe."    A TÊ DARIZANDIN ROJNAMEVANÎ YE    Muftuoglû, diyar kir ku çapemeniya azad ji salên 1990'î heya niha her tim li dû heqîqetê ye ûg ot: "Hevalên me yên rojnamevan jî, ji ber ku van rastiyan aşkere dikin hedef tên girtin. Hevalê me Mehmet Aslan jî ji ber vê hatie girtin. Çendî ku îqtidar dibêje 'ev ne rojnamevan in jî', lê gava em li îdianameya Mehmet dinêrin, em dibînin ku nûçeyên wî sîc hatine hesibandin. Mehmet Aslan, rojnamevan e. Divê bê berdan. Her wiha ya ku di şexsê Mehmet Aslan de tê darizandin rojnamevanî ye. Lewma em bang li hemû rojnamevanan dikin ku roja dnaişînê li ber hêwana danişînê bin."   RIM DI TÊRAN RE HILNAYÊ    Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îş'ê Farûk Eren jî anî ziman ku li Tirkiyeyê rojnamevan bi zext û zoriyeke sîstematîk re rû bi rû ne û armanca van zextan jî ew e ku gel bi rastiyê nehese. Eren, destnîşan kir ku îqtidar bi vî awayî dixwaze bêhiqûqîtî û nelirêtiyên wê neyên dîtin û bihîstin û got: "Îqtidar tenê dixwaze propagandaya wê bê kirin. Lewma bi ser çapemeniyê de çûye û ji sedî 90'ê çapemeniyê xistiye bin kontrola xwe. Ev demeke skandaleke mezin heye. Em dibînin ku êdî rim di têran re hilnayê. Qirêjiyên wan dertên holê. Mirov bi awayekî rastiyan dibihîsin. Zext û zoriyên wan bi kêr nayên."    Eren, nûçeya ajansa me ya derbarê bûyera helîkopterê ku li Wanê du welatî ji helîkopterê hatibûn avêtin, bibîr xist û got: "Hevalên me yên rojnamevan, îşkenceya li wir ragihandin cîhanê. Ji ber ku ev nûçe çêkirin, 4 hevalên me hatibûn girtin. Di mea Nîsanê de hatin berdan. Dozger ji van rojnamevanan pirsîbû, 'çima hûn nûçeyên civakî yên di aleyha dewletê de çêdikin?' A ha, mantiqa îqtidarê ev e. Wekî min got, rim di têran re hilnayê."    DEMILDEST BILA BÊ BERDAN    Eren, destnîşan kir ku ew şahidê rojnamevaniya Aslan e û Aslan berî bê girtin bi 3 rojan pê re gevpeyvîn kiriye. Eren, diyar kir ku Aslan ji ber karên xwe yên rojnamevaniyê hatiye girtin û got: "Em daxwaza xwe ya ji bo hemû hevpîşeyên xwe yên girtî, ji bo Mehmet jî dubare dikin. Demilddest bila bê berdan. Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin."