Di hefteyekê de sê kes birîndar kirin, îfadeya wan nehat girtin 2021-05-25 09:10:01   COLEMÊRG - Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, diyar kir ku li Rûbarokê di hefteyekê de 3 kes bi çekên eskeran birîndar bûne û di lêpirsînên derbarê her du bûyeran de jî îfadeyên eskeran nehatine girtin.    Li navçeya Rûbarok a Colemêrgê ku li sînorê Herêma Kurdistana Federe ye, eskeran Şahap Şendol (23) û Celîl Ekîncî (17) birîndar kiribûn. Xizmên Şendol û Ekîncî ew rakiribûn nexweşxaneyeke Herêma Kurdistana Federê. Li vê derê du pêçiyên Şendol hatine jêkirin û paşê hat tabûrcîkirin. Ekîncî jî heya niha 3 caran emeliyat bûye.    Hîn di ser vê bûyerê re hefteyek derbas nebûbû, di 22'yê Gulanê de li gundê Yeşîlova yê Rûbarokê eskeran bera Mehmet Dînçê 18 salî dabûn. Dînç, gava heywanên xwe diçêrand eskeran çek lê teqandibûn û ew birîndar kiribûn û paşê xizmên Dînç ew rakiribûn Navenda Tibê ya Dûrsûn Odabaşi ya Wanê.    Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, ev pêkanîn nirxandin û anî ziman ku polîtîkaya bêcezatiyê eskeran wêrek dike.    Canan, destnîşan kir ku li ser sînor di hefteyekê de du bûyer qewimîne û di van bûyeran de eskeran 3 welatî birîndar kirine. Canan, bilêv kir ku divê hikmên Qanûna Bingehîn ji bo welatiyên vê axê jî derbasdar bin û peywira dewletê ew e ku can û malê welatiyan biparêze, lê belê ev yek li Colemêrgê nayê kirin. Canan, anî ziman ku navçeya Robarokê li sînorê Herêma Kurdistana Federe ye û got: "Robarok tam li sînor e. Bi taybetî di operasyonên eskerî de, eskerên Tirkiyeyê diçin wî aliyê sînor. Li wir cihên peyayan jî heye. Kesên di vir re derbas dibin tên xuyakirin û naskirin. Her wiha em dizanin ku mirov destûrê distînin û diçin."    Canan, bilêv kir ku li gel vê yekê jî di 2 salên dawî de gelek êrîşên bi vî rengî hatine kirin.    ÎFADE NEHAT GIRTIN    Canan, anî ziman ku di ser her du bûyeran re çend roj derbas bûne lê belê rayedaran hê jî tu daxuyanî nedane. Canan, bibîr xist ku berê ji bo gelek bûyerên bi vî rengî daxuyaniyên wekî "guh nedaye îhtarê", "eskeran bera hewayê daye", "gule pengiziye û lê ketiye" û hwd. hatine dayîn. Canan, da zanîn ku têkildarî van bûyeran de lêkolîn kirine û Dozgeriya Komarê ya Şemzîzanê jî lêpirsîn daye destpêkirin. Canan, diyar kir ku ji ber ku Celîl Ekîncî û Şahap Şendol li Herêma Kurdistana Federe ne îfadeyên wan nehatine girtin û got: "Em dizanin dosyeya tahkîkatê hê jî li qereqola cendirmeyan e. Jixwe me di v warî de bang li dozgeriyê kir ku tevbigere. Me got vîdeoyek heye û divê hûn lêpirsînekê bikin. Hê jî îfadeya eskeran nehatiye girtin û ev nebaweriyabi darazê zêdetir dike. teqez divê eskerên tiliya wan di van bûyeran de hene bên darizandin. Bi salan e li sînor bûyerên bi vî rengî diqewimin. Ji lew re daraz karê xw enake. Heger kesên bera mirovan didin û wan dikujin jî nayên cezakirin û ev bêcezakirin eskeran wêrek dike. Sedema herî mezin a bûyerên bi vî rengî ev e."    ÇARESERÎ LI MECLÎSÊ YE    Canan, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina van bûeran divê di bin banê Meclîsê de komîsyonek bê avakirin û bên lêkolînkirin. Canan anî ziman ku heger komîsonek bi vî rengî bê avakirin dê daraz jî karibe bixebite û got: "Bera mirovan didin. Mirovan dikujin. Lê ne daraz ne jî Meclîs deng ji xwe nayne. Meclîs û îqtidara siyasî karên xwe nakin. Mirov birçî ne û ji ber vê derbasî wî aliyê sînor dibin û diçin ji bo xizmên xwe pakêtek çay û şekir bînin. Mirov ji bo debara xwe bikin, serî li vê rêyê didin, lê mixabin bedêla wê giran e. Çi dibe bila bibe ev ne qedera mirovên vê herêmê ye. Tu dewlet bera welatiyên xwe nade. Ro li nîvro bera ciwanan didin."    MA / Dîndar Karataş