Kêliya pitikê xwe dimijîne tê kuştin: Ser dosyeya Safiye Çoban bi 15 hezar lîreyî digirin 2021-05-25 09:01:27 ŞIRNEX - Safiye Çoban di sala 1992'yan de bi topa hewanê hatibû kuştin, bi 15 hezar lîre ji bo tazmînatê ser dosyeya wê hatiye girtin. Di ser qetilkirina Çoban de 29 sal derbas bûn, lê hin jî yek kes nehatiye darizandin. Hevserê Çoban, Beşîr Çoban got ew ê heta dawiya emrê xwe hesab bipirse û dawekar be. Di salên 90'î de li dijî gelê kurd bûyerên pir hovane ku di asta dij mirovî de bûn pêk hatin. Ji kuştina kurdan bigire heta hilweşandin û şewitandina kurdan polîtîkeyek înkar û îmhayê di dewrê de bû. Gundiyên  ku cerdevanî qebûl nedikirin, bi dara zorê gundên wan dihatin valakirin û pişt re jî dihatin şewitandin. Yek ji van gundan jî gundê Akrê ya bi ser Şêrwanê ya Sêrtê ve ye. Li Akrê di sala 1992'yan di navbera gerîlayên PKK'ê û leşkeran şerek dijwar diqewime. Di vî şerî de tê gotin ku nêzî 17-18 kes jiyana xwe ji dest didin.    Piştî vê bûyerê dewlet pergala cerdevaniyê li ser gundiyan ferz dike. Lê gundiyên ku vê daxwaza dewletê qebûl nakin, gundê wan tê şewitandin û valakirin. Koçberiya gundiyan ber bi bajar û metrepolan ve dest pê dike. Yek ji van malbata jî malbata Çoban ya ku ji 10 nifûs pêk tê ye. Malbata Çoban piştî ku ji gund tên derxistin berê xwe didin Şirnexê. Li Şirnexê ji bo ku cihekê ku bikaribin debara xwe bikin navçe bi navçe û gund bi gund digerin. Herî dawî  rawestgeha wan dibe herêma Bestayê.    Malbat li wê devera Bestayê kon vedide û dimîne. Piştî çend mehan leşker bi topên hewanê ve malbat dibe armanca êrişê. Di encama topbarana hewanê de Safiye Çoban a dayika 8 zarokan dema ku di hembêza xwe da lawê xwe yê 6 mehî dimêjîne tê qetilkirin. Tiştek ji pitik nabe û rizgar dibe. 4 ferdên malbatê birîndar dibin. Ev bû 29 di ser bûyerê de derbas bû lê hêj berpirsiyar nehatine darizandin.    Hevserê Çoban, Beşîr Çoban qala qetilkirina hevjîna xwe kir û anî ziman ku  kujerê hevjîna wî Serokwezîra wê demê Tansu Çîller e û ew ê heta dawiya emrê xwe dawekarê Çîller be.    RÊWÎTIYA KOÇBERIYÊ...   Çoban destnîşan kir ku ji ber ku wan cerdevanî qebûl nekir gundê wan hat şewitandin û wiha qala wan rojan kir: "Di sala 1992'yan de li gundê me şer derket. Nêzî 17-18 însan li wir hatin kuştin. Pişt re li gundiyan tehde hat kirin. Ji me re gotin 'yan hûn ê bibin cerdevan yan jî hûn ê li vir nemînin'. Ji ber ku me jî cerdevanî qebûl nekir  me gundê xwe terikand. Pişt re gund hat şewitandin. Debara gundiyan li ser pez bû. Ji ber ku ew derfetên me ji holê de hatin rakirin, me jî berê xwe da Şirnexê. Em her li navçe û gundên Şirnexê geriyan. Gelek ji me jî çûn metrepolên Tirkiyeyê. Piştî ku em hatin Şirnexê jî me sewalkarî berdewam kir. Rawestgeha me ya herî dawî bû zozanên Bestayê. Me li wir konên xwe vedan û em li wir sekînin."    '4 HEWAN AVÊTIN, KEVIR LI SER KEVIR NEHIŞTIN'    Çoban anî ziman ku ew di bin konên xwe de jî bûn armanca êrişên dewletê û wiha got: "Hevjîna min di topbarana dewletê de hat qetilkirin. Bi hewanan êrişî me kirin. Nêzî 4 hewan avêtin cihê me. Li wir tu şer û pêvçûn jî nebû. Li ber konên me dar hebûn, ew dar perçiqîn. Kevir li ser kevir nehiştin. Hevjîna min di hembêza xwe de şîr dida zarokê xwe. Hewanek li hevjîna min ket. Hevjîna min di cih de jiyana xwe ji dest da. 4 ferdên malbata min birîndar bûn. Pişt re leşker hatin cihê bûyerê. Ji me re gotin 'Kê wisa kir?' Min got, 'Hewan ji hêla leşkeriyê ve hatiye'. Leşker li ser serê me bûn. Me got me bibînin wê xwedî li me derbikevin. Lê hewan avêtin û hevjîna min kuştin. Piştî bûyerê serê sibehê em çûn qereqolê me ji wan re got we ev tişt anî serê me. Me ji wan re got 'Hûn me dikujin û me dikin terorîst'. Me pişt re cenaze anî nexweşxaneyê. Dozger hat li ser lêkolîn kir. Dozger ji min re got,'Hûn dawekar in an na?' Min jî ji wan re got 'Ez heta dawiya emrê xwe ji kesên ku bûne sedemê mirina hevjîna min dawekar im'. Min ji dozger re jî got; ev hewan ji hêla dewletê ve hatine û tu pêvçûn jî nebûn, dengê tu çekan jî nedihat, me çawa dan ber qîran sekinîn'   BI 15 HEZAR LÎREYAN DOSYE GIRTIN E   Çoban behsa pêvajoya hiqûqî ku ya dozê jî kir û anî ziman ku kesên ku hevjîna wî qetil kirin eşkere bûn lê li tevî hemû delîlan jî bêencam hat hiştin û wiha domand: "Piştî ku di ser bûyerê de 5-6 sal derbas bûn ez çûm edliyeyê û min xwest gilî bikin, lê ji ber xemsariya dewletê doz venebû. Çoban da zanîn ku 10 sal beriya niha doz vekirin û bi vekirina dozê re dewletê bi 15 hezar lîreyan tazmînat da û ser dosyeyê girtin. Çoban got wî careke din daxwazname şandiye dadgehê lê bêencam maye.    'HETA MIRINÊ EZ Ê DAWEKARÊ ÇÎLLER BIM'    Çoban da zanîn ku ew ê tu caran bûyerên ku hatiye serê wan jibîr neke û got: "Ev bûyer di zemanê Tansu Çîllerê de çêbû. Çi hatibe serê me, ji sedema Tansuyê hat serê me. Hêrsa min a li hemberî Tansu Çîllerê tu caran bi dawî nabe. Ev ferman Tansu Çîller da û ev tişt wê anî serê me. Ez li vê dinyayê jî û li dinyaya din jî ji wê û koma wê bi gilî û gazin im. Dibe ku ji vê dinê li wê hatibe borandin, lê wê li dinyaya din ew ê hesab bide. Min ewqas êş kişand, zarokê min bêxwedî man. Wê Xwedayê heq jî wê neborîne. Heta dawiya emrê xwe ji kujer û berpirsiyaran dawekar bim. Xwedê heqê me li erdê nehêle."   MA / Zeynep Dûrgût