Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 46 hezar û 446 2021-05-24 20:19:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 178 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 hezar û 523 kes jî pê ketin.    Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya vîrûsa koronayê (Covîd-19) a rojane belav kir. Li gorî daneyên Wezaretê; li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê de 178 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 hezar û 523 kesên din jî pê ketin. Tevî daneyên îro li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 46 hezar û 446 hezar û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon 194 hezar û 10.