Malbatan ji bo testa DNA’yê xwîn dan 2021-05-24 15:40:29   AMED - Cenazeyên 6 jinên YJA STAR'î ku li navçeya Licê jiyana xwe ji dest dan, li morga nexweşxaneyê tên rawestandin. 3 malbatan ji bo testa DNA’yê xwîn dan û li benda encama testê ne.    Di êrîşa hewayî ya di çarçoveya operasyona eskerî ku di 27’ê Nîsanê de li Gundê Zengesor ê navçeya Licê ya Amedê pêk hat de 6 jinên YJA STAR'î jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê Sûna Taş (Nûjîn Amed), Aynûr Ûlûgana (Besê), Latîfe Hanîbî, Dîlan Sîlînsîn û du jinên din ên YJA STAR'î yên navên wan nehatin zanîn di 29’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan ji bo kirariyên otopsiyê anîbûn morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl.   Malbatên Ûlûgana, Taş û Sîlînsîn ji bo ku cenazeyên xwe bigirin di 17’ê Gulanê de hatin Amedê. Ferdên malbatan di 20’ê Gulanê de serî li Dozgeriya Licê dan. Ji ber cenaze nayên teşhîskirin, dozgeriyê xwest ku malbat ji bo testa DNA’yê xwînê bidin. Li ser vê yekê 3 malbat di heman rojê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Licê mînaka xwînê dan.    Malbatên ku di 21’ê Gulanê de mînakên wan ên xwînê anîn Saziya Tiba Edlî ya Amedê, ji bo cenazeyên xwe bigirin li benda encamên testa DNA’yê ne.