Rojnamevanan ji bo Aslan bang kir: Cihê wî ne girtîgeh e, derve ye 2021-05-24 14:07:08 STENBOL - Danişîna ewil a nûçegihanê me yê girtî Mehmet Aslan di 26’ê gulanê de tê lidarxistin. Hevpîşeyên wî diyar kirin ku ew şahidên rojnamevaniya wî ne û cihê wî ne girtîgeh e, derve ye.    Nûçegihanê me Mehmet Aslan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” û “nûçeyên ku xelkê radikin ser pêya çêkirine” di 9’ê çile de dabû girtin. Aslan li Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa L tê ragirtin. Di îdianameyê de çêkirina nûçeyên Aslan kirine mijara sûc û her wiha axaftina wî ya telefonan ku nûçeyên ajansa xwe ji aboneyan re ragihandiye kirine delîl.    Danişîna ewil a doza Aslan wê di 26’ê gulanê de li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were lidarxistin. Hevpîşeyên Aslan ên li qadê rojnamevaniyê dikin xwestin ku hevkarê wan li tavilê were berdan.    JI BER NÛÇEYAN TÊ CEZAKIRIN    Nûçegihanê Ozgur Gelecekê Taylan Oztaş destnîşan kir ku Mehmet Aslan ji ber nûçeyên xwe tê cezakirin û bi cezakirinê dixwazin rojnamevaniyê tune dikin. Oztaş diyar kir ku Ajansa Mezopotamya ku Aslan nûçegihaniya wê dike her tim bi zextên dewletê re rûbirû dimîne û çapemeniya azad bêdeng nebû û wê bêdeng nebe.    ŞAHIDIYA ROJNAMEVANIYA WÎ DIKE    Rojnamevan Zeynep Kûray jî anî ziman ku ew şahidiya rojnamevaniya Mehmet Asln e û hevalê wan rojnamevan e, cihê wî ne girtîgeh derve ye û şopandina nûçeyan e.    LI QADÊ NÛÇEYAN BI HEV RE ŞOPANDIN E    Rojnamevan Emre Orman jî da zanîn ku ew û Mehmet Aslan li qadê gelek nûçeyan bi hev re şopandine û divê demildest were berdan. Orman got wê Mehmet Aslan derkeve û dê dîsa nûçeyan bi hev re bişopînin.    DÊ PÊNÛSÊN WAN SERÎ NETEWÎNIN    Nûçegihana Rojnameya Evrenselê Eylem Nazlier jî destnîşan kir ku Mehmet Aslan ji ber çêkirina nûçeyên binpêkirinên mafan hatiye girtin û ew şahidê rojnamevaniya wî ye û wê pênûsên wan serî netewînin û dê li gel zextan jî li pey rastiyan bikevin.