Gardiyanan li jina di hucreyê de dan 2021-05-24 14:01:16   MÊRDÎN - Garîbe Gezer a bi rojan e li Girtîgeha Kandirayê di hucreyê de tê girtin, ji ber hevdîtina bi îdareyê re qebûl nekir, gardiyanên ku xwestin wê lêdanê û bi darê zorê bibin hevdîtinê.    Garîbe Gezer a bi hêceta şewitandina qawişa xwe ya li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê, sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandiraya Kocaeliyê hatibû kirin, ligel cezayê wê yê hucreyê yê 22 rojan bi dawî bûye jî bi hêceta “li qawişan cih nîne” di hucreyê de tê girtin. Gezer, bi telefonê malbata xwe re axivî û diyar kir ku ji ber bertek nîşanî girtina xwe ya di hucreyê de daye rayedarên girtîgehê xwestinê bi wê re hevdîtinê bikin lê red kiriye. Gezer, ragihand ku ji ber daxwaza hevdîtinê red kiriye 10 gardiyanan xwestiye wê bi darê zorê bibin. Gezer, got ku ji ber li dijî birina bi darê zorê li ber xwe daye garidyanan lê daye û wê bi erdê re kaş kirin. Gezer, anî ziman ku ji ber vê yekê nikare destê xwe rake û bilivîne û laşê wê birîn bûye.    BILA ŞANDEYEKE ÎHD’Ê LÊKOLÎN BIKE   Gezer, da zanîn ku di navbera hucreya ku lê dimîne û hucreyên din de girtiyên edlî bi cih kirine û bi lêv kir ku girtiyên edlî bi ser dîwar re cam, şûşe û îskan avetine. Gezer, diyar kir ku girtiyên edlî bi dengekî bilind televîzyonê temaşe dikin û anî ziman ku îdareyê girtiyên edlî bi zanebûn bi cih kirine.  Gezer, da zanîn ku name û daxwaznameyên ku têkildarî tiştên li girtîgehê tên jiyîn ji komeleyên jinan re dişînin dest deynin ser û xwest ku şandeyeke Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li girtîgehê lêkolînê bike.