Baroyên Amed û Îzmîrê giliyê Peker, Soylû û Agar kirin 2021-05-24 13:36:50   AMED / ÎZMÎR – Baroyên Amedê û Îzmîrê, ji bo daxuyaniyên rêveberê çeteya girêdayî dewletê Sedat Peker ên li ser Youtubê daxuyanî dan û bi daxwaza ku li ser daxuyaniyên Peker lêpîrsîneke baş bê kirin giliya Sedat Peker û kesên ku Peker navê wan dide kirin.    Baroyên Amedê û Îzmîrê, derbarê daxuyaniyên rêveberê çeteya girêdayî dewletê Sedat Peker ên li ser Youtubê de daxuyaniyen nivîskî dan. Her dû baroyan jî bi awayekî berfireh cih dan bûyerên faîlên meçhûl ên salên 1990’î û bi daxwaza ku li ser daxuyaniyên Peker lêpîrsîneke baş bê kirin, giliyê Sedat Peker û kesên mîna Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, Mehmet Agar, Tolga Agar, Erkan Yildirim ku Peker navê wan dide kirin.