Jina 81 salî kirin qadro 2021-05-24 12:46:32   AMED – Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di doznameya ku derbarê Endama Lijneya Rêveberiya MEBYA-DER’ê Meryem Soylû ya 81 salî amade kir de Soylû bi “Kadroya rêxistinê ya di nav KJA’yê de” sûcdar kir.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê, derbarê Meryem Soylû ya 81 salî ku di çarçoveya lêpirsîna li dijî MEBYA-DER’ê de di 27’ê sibatê de hatibû binçavkirin û di 3’ê adarê de hatibû girtin de dozname amade kir. Dozname ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Di doznameyê de MEBYA-DER bi têkîlîbûna PKKê hatiye sûcdarkirin û ji ber rêveberbûna wê ya komeleyê Soylû jî bi “endamtiya rêxistinê” hatiye sûcdarkirin. Ji bo delîlan jî lênûska biryarê ya komeleyê, gotinên şahidên nepen û bername û çalakiyên ku komeleyê li dar xistine hatine nişandan.    ‘KADROYA DI NAV KJA’YÊ DE’   Di doznameyê de Soylû ya 81 salî weke “qadroya” rêxistinê hatiye nirxandin û bi tevlîbûna merasîma cenazeyên HPG’iyan hatiye sûcdarkirin. Ji bo Soylû ev tişt hatiye gotin: “Derbarê bersûc de; bersûc bi awayekî fermî Endama Lijneya Rêveberiya MEBYA-DER’ê ye. Bersûc ji hemû ewraqên li komeleyê derketine berpirsyar e. Di nav KJA’yê de weke qadro li ser navê rêxistinê xebitiye. Li ser navê rêxistinê merasîma cenazeyan organîze kiriye”   DANIŞÎN SIBÊ YE   Di doznameyê de ji bo Soylû ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê girtîgehê hatiye xwestin û danişîna dozê ya yekemîn jî sibê ye.