Di operasyona TSK’ê de leşkerek din jî hat kuştin 2021-05-24 10:24:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Li şerê li Herêma Kurdistanê de leşkerek Tirkiyê hat kuştin.    Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ji 23’yê nîsanê ve li deverên Zapê, Metîna û Avaşînê yên bi ser Herêma Kurdistanê ve operasyonan li dar dixe. Wezareta Parastinê ya Tirkiyê daxuyanî da û ragihand ku leşkerek pispor ê serdeste (onbaşi) Eyyup Gergîn di kêliya helîkoptêr daniye de birîndar bûye û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.