Li Wan û Colemêrgê 3 kes hatin berdan 2021-05-24 10:20:12   WAN/COLEMÊRG - Li Wan û Colemêrgê 3 kesên hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.   Li Wanê û Colemêrgê di 21’ê gulanê de 21 kes di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. Li miduriyetên polîsan îfadeyên Bîlal. A. (28) Eda T. (22), Rahmî A. (50) hatin wergirtin û pişt re serbest hatin berdan. Hat zanîn ku her sê kes jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê kirine” hatine binçavkirin.