2 jin 2 mirin û muxlaqiyek: Kaharman û Kadîrova 2021-05-24 09:00:35 ENQERE – Parêzer Îlyas Dogan, destnîşan kir ku pêvajoyên derbarê mirina Yeldana Kaharman de di mirina Nadîra Kadirova de jî pêk hatine. Kekê Kadîrova Mûhammed Alî Kadîrova jî got ku Şîrîn Unal ê AKP’î hemû dosyayên ku ji bo mirina xwişka wî vedibin digire. Rêveberê çeteya girêdayî dewletê Sedat Peker, di rojên dawîn de bi vîdeoyên ku diweşîne xwe di rojevê de dihêle.  Peker, di videoya duyemîn de mirina rojnamegera kazak Yeldana Kaharman ku li Zanîngeha Firatê dixwend û pêşkêşvaniya Kanal 23’ê dikir û di 28’ê adara 2019’an de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû anîbû rojevê. Peker, derbarê mirina Kaharman de Wezîrê Karên Derve yê Demê Mehmet Agar ku weke Serokê Dewleta Kûr pênase dike îşaret kiribû.     DOSYA KADÎROVA   Ev îttîrafên di navbera dewleta kûr û mafyayê de balê kişandin ser mirina zarokan, bêalîbûna darazê û polîtîkayên bêcezahiştinê. Mirineke mîna mirina Kaharman biguman di dosyaya Nadîra Kadîrova de hatibû dîtin. Welatiya ozbek Kadîrova ku li mala Parlamenterê AKP’ê yê Stenbolê Şîrîn Unal dixebitî, di 23’ê îlona 2029’an de li mala Unal a li Enqerê bi awayekî guman mirî hatibû dîtîn. Miduriyeta Polisan a Enqerê, mirina Kadîrova weke întiharê aşkera kiribû lê hevaleke Kadîrova, ragihand ku beriya bûyerê Unal Kadîrova tacîz kiriye.    Serozgeriya Komarê ya Enqerê, di 2’ê adara 2020’an de derbarê mirina Kadîrova de biryara neşopandinê da. Îttîraza ku derbarê vê biryarê de hat kirin jî di 7’ê gulana 2020’an de red kir. Li ser vê parêzerê malbata Kadîrova bi sedema ku “şertên bingehîn ên lêppirsîna bibandor hatine binpêkirin” di hezîrana 2020’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da û lê vê derbarê de hê biryarek nehatiye dayîn.    GELO DELÎL HATINE VEŞARTIN?   Parêzerê Kadîrova Prof Dr. Îlyas Dogan, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku demekê li dosyaya Kadîrova dinêrt û kekê Kadîrova Mûhammed Alî Kadîrova, geşedanên dawîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.    Hevseroka ÎHD’ê Keskîn, angaşta ku Kadîrova bi çeka li odeya Unal întihar kiriye bi bîr xist û ev tişt got: “Em baş dizanin ku herkes wisa hêsan nikare bikeve odeya parlamenterekî. Dema ku her tişt komîserhev tê kirin tê fêmkirin ku ya dest dirêjî Kadîrova hatiye kirin an jî hatiye xapandin. Ji ber vê difikirin ku delîl hatine veşartin. Malbata wê jî weke me difikire.”   KAHARMAN Û KADÎROVA      Di berdewamê de Keskîn, destnîşan kir ku bi salan e li dozên jin û LGBI’yan ku girêdayî dewletê tên tacîzkirin û destdirêjî wan tê kirin dinêre û wiha got: “Pêvajoyên piştî mirina Yeldana Kaharman û Nadîra Kadîrova jî dişibin van pêvajoyan. Heta niha 500 jinî serî li me daye lê ne polisek, leşkerek, cerdevanek û parlamenterek nehatiye cezakirin. Mixabin li Tirkiyeyê daraz tu carî bêalî nebûye. Ji faîlan yek jê kurê Mehmet Agar e û yek jê jî parlamenterê ku berê cendirmeyê tevgera taybet bûye ye. Parastina van a kesan a ji aliyê darazê ve mirov matmayî nahile.”   DOSYA LI AYM’Ê YE   Parêzer Îlyas Dogan, destnîşan kir ku dosya Kadîrova li Dadgeha Destûra Bingehîn e û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Serlêdana me hatiye asta dawîn. Lê bendê ye ku piştî parastina Wezîrê Edaletê biryar be dayîn. Em tev dizanin ku daraz bêalî tevnagere. Dema ku wiha dibe pergala kontrolkirinê ya dewletê ji holê radibe. Di rewşeke wiha de bi destûra desthilatê daraz tê kontrolkirin. Ji ber vê rewşê di dosyaya Kaharman de jî heman pêvajo dubare dibe. Bûyereke ku ewqas bala raya giştî kişandiye divê bê ronîkirin. Belim Wezareta Dadê civakê ronî bike. Heke bi armanca piştgiriya edlî parêzerek jî nehatibe peywirdarkirin ji întiharê wêdetir tiştekî din li vir heye. Divê Wezareta Edaletê û Baroya Xarpêtê têkildarî mijarê daxuyanî bidin Û raya giştî ronî bikin ka parêzer peywirdar kirine ya na.”   KEKÊ KADÎROVA: DI DOSYAYÊ DE ZEXT YEYE   Kekê Kadîrova Mûhammed Alî Kadîrova jî destnîşan kir ku rexmî ku di ser mirina xwişka wî de sal û nîvek derbas bûye jî edalet pêk nehatiye û ev tişt anîn ziman: “Şîrîn Unal piştî mirina Kadîrova hewl dide dosyayên ku tên vekirin bigirin. Rexmî biryara neşopandinê jî me dosyayê bir AYM’ê. Dosya ku bi mehan e li AYM’ê ye nayê encamkirin. Banf li raya giştî dikim ku ji kerema xwe re li dijî bûyerên wiha bêdeng nemînin. Tenê ji we edaletê dixwazim.”   MA / Ceylan Şahînler