ROJEVA 24'Ê GULANA 2021'AN 2021-05-24 09:00:07 * Ji hunermendên Koma Awaza Azad Fûat Ege yê ji ber ku di Newroza Wanê de strana “Mizgîna leheng” got darbarê wî de doz hat vekirin, ji bo dozê nirxandina bêtehemûliya li dijî Kurdiye kir.  * Parêzer Îlyas Dogan, destnîşan kir ku pêvajoyên derbarê mirina Yeldana Kaharman de di mirina Nadîra Kadirova de jî pêk hatine. Kekê Kadîrova Mûhammed Alî Kadîrova jî got ku Şîrîn Unal ê AKP’î hemû dosyayên ku ji bo mirina xwişka wî vedibin digire.   * Jinên ku li dijî êrişan têkoşîna xwe ya birêxistinkirî dihonin, bi şîara “Li dijî êrişên birêxistinkirî, berxwedana birêxistinkirî” xwe ji bo mîtînga mezin a Stenbol û meşa li Enqerê bê lidarxistin amede dikin.   * Endamê Desteya Rêveber a Baroya Îzmîrê Alî Deman Guler, anî ziman ku pêkanînên li dijî penaberan, dûrî qanûnên gerdûnî ne û ji bo parastina mafên penaberan ên di peymanên navneteweyî de cih digirin bang kir.   * Ji parêzerên HDP’ê Destîna Yildiz, diyar kir ku tenduristiya çalakvanên li dijî tecrîdê ketin greva birçîbûnê di talûkê de ye û ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, banga hestiyariyê li raya giştî kir.    * Karkerên demsalî yên li Polatliyê dixebitin, ji bo ku pêdiviyên xwe yên avê pêşwazî bikin, her roj neçarin ku 2 kîlometre rê bimeşin.   * Huseyîn Ayik ê di salên xwe yên ciwantiyê de neçar dimîne ku navçeya lê dijî terk bike, anî ziman ku ne pêkane ku mirov behsa hiqûq-edaletê bike û got: “Ev pergala dijminê mirov û Kurdan e.”    * Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 77'an de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * Danişîna Doza Somayê ku ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xwerakirin wê dîsa ji nûve li Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê were lidarxistin.(09.30)   * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran wê li navenda partiya xwe encama hevdtinên "Ji xizaniyê re na" ku li Herêma Anatoliya Navîn pêk anî eşkere bike. (11.00)   * KCD, DBP û HDP têkildarî tecrîd û greva birçîbûnê wê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Rezanê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)