Ekîncî: Eskeran hişyar nekirin û gule reşandin 2021-05-23 12:51:19 COEMÊRG - Zarokê 17 salî Celîl Ekîncî yê li Navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê bi guleyên eskeran birîndar bû û niha tê dermankirin, diyar kir ku eskeran dizanîbû ew ji kîjan gundî diçin û bêyî wan hişyar bike gule li ser wan reşandin.    Eskerên TSK'ê li sînorê Herêma Federe a Kurdistanê û Navçeya Rûbarok a Colemêrgê, li ser welatiyên bi navê Şahap Şendol (23) û Celil Ekinci (17) gule reşandin. Di êrişê de Şahap Şendol û Celîl Ekîncî birîndar bûn. 2 welatiyên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyek Herêma Federe ya  Kurdistanê. Şendol ku ji destê xwe ve birîndar bû, 2 pêçiyên destê wî hatin jêkirin û taburcî kirin. Ekîncî yê 17 salî ku ji zikê xwe ve birîndar bû jî, heta niha 3 caran emeliyat bû û dermankirina wî li nexweşxaneyê didome. Ekîncî tiştên hatin serê wî bi Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re parve kir.    'HIŞYAR NEKIRIN'     Ekîncî, anî ziman ku saet di 07.00'ê 18'ê Gulanê de tevî 3 hevalên xwe, xwestin ji Herêma Federe ya Kurdistanê derbasî Tirkiyeyê bibin û wiha got: "50 metre mabû em bigêjin sînorê Tirkiyeyê. Eskeran bêyî hişyarî bikin li ser me gule reşandin. Eskeran em dîtin. Lê negotin 'Hûn ji ku tên û hûnê biçin ku?' Raste rast li ser me gule reşandin. Eskeran em dîtibûn û em nas dikirin. Dizanîbûn em ji kijan gundî tên. Piştî ez birîndar bûm, ez li hevalê xwe geriyam. Min xwezt bê alîkariya min. Lê dema hevalê min hat li ser wî jî gule reşandin. Dema ez ji hesp daketim, li min gule reşandin. Gule li ser dilê min ket. Piştre hevalê min Nebî hat cem min. Hevalê me Şahap Şendol ji destê xwe ve birîndar bû. Li pey me hatin û çêr li me kirin. Me got we em hişyar kiribûna em nedihatin vir."    ESKERAN: ME EW KUŞTIN    Ekîncî, da zanîn ku piştî piştî ezkeran ew birîndar kirin, nehatin alîkariya wan û wiha axivî: "Hatin tenişta me. Lê alîkariya me nekirin. Di nava xwe de digotin 'Me ew kuştin'. Dema em vedigeriyan mala xwe gule berdan me. Xizmên me yên li Herêma Federe a Kurdistanê bi hawara me hatin û em rakirin nexweşxaneyê. 2 pêçiyê hevalê min Şahap jêkirin. Li heman herêmê di 31'ê Kanûna 2020'an de dîsa eskeran gule reşandin û birayê min Reşat Ekîncî birîndar kirin. Em dibêjin bes e, bila me nekujin. Gule berdan serê Birayê min Reşît û bi giranî birîndar kiribûn. Dikarin me tevan bikujin. Lê destê me vala ye."    MA / Dîndar Karataş